Di qezayê de jina bi navê Gazal Yildiz jiyana xwe ji dest da
13:30
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê encama qezaya trafîqê de nexweşa diyalîzê Gazal Yildiz (67) jiyana xwe ji dest da, yek jê giranî 3 kes jî birîndar bûn.
Wesayita bi plaqeya 01 ASP 54 a ajokariya wê Abuzeyît Bayram dikir ji bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qilebana Şirnexê nexweşa diyalîzê Gazal Yildiz (67) ber bi nexweşxaneya Şirnexê ve dibir li nêzî Qilebanê qezaya trafîqê derbas kir. Wesayîta ku vîraja nêzî Qilebanê de tekerê wê ji bin filitî û ji kontrolê derket li tehtê dora rê qelibî. Di encama qezayê de nexweşa dîyalîzê Gazal Yildiz li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de ajokarê wesayîtê Bayram, nexweşa diyalîzê Durî Yildirim (62) û Çîgdem Yildirim birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê. Hat ragihandin ku rewşa Çîgdem Yildirim giran e û rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Hat diyarkirin ku cenazeyê Gazal ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û piştî otopsiyê cenazeye radestî malbatê bikin.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)
