Aysel Tugluk: Bêyî Ocalan, PKK û BDP’ê çareserî nabe

16:17

 


JINHA


AMED – Hevserokê BDP’e Selahattîn Demîrtaş ku di civîna çapemeniyê ya têkildarî mitînga dê di 14’ê tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin de axivî, got ku “Mitînga 14’ê Tîrmehê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk de, dê nîşan bide ku di mijara çareseriyê de vîna gel dê bikaribe çiqas xurt be.” Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk jî got ku “Çareseriyeke ku Birêz Ocalan, PKK û BDP’ê li derve bihêle, bi tu awayî nikare pêk bê.”


Hevserokên KCD'ê û BDP'ê ji bo banga tevlîbûna mîtînga 14'ê Tîrmehê ya bi navê "Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk û Ji Ocalan re Azadî" li Qada Îstasyonê pêk bê, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna ku li avahiya KCD'ê hat lidarxistin de, Hevserok û gelek rêveberên BDP'ê amade bûn. Di civînê de afîşa "Ji bo azadiyê raperîna demokratîk" hatin vekirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser pêşveçûnên dawî û got ku "Em di pêvajoyek pir girîng û dîrokî de derbas dibin. Lê di qada çareseriya pirsgireka kurd de tu gav nehatine avêtin. Dîsa kuştin, girtin, pevçûn û operasyon didomin. Ji ber vê pêvajoya pevçûnê li her aliyên Tirkiyeyê welatî êşê dikişînin. Êdî divê teqez pirsgirêka kurd bi rêya aştiyê çareser bibe."


‘Gel diyalogê dixwaze’


Aysel, destnîşan kir ku gelê kurd dê di vê mîtîngê de ji bo çareseriyê bersîvê bide her tiştî û wiha berdewam kir: "Gelê kurd ji bo rêbaza çareseriyê û daxwazên xwe yên çareseriyê vîna aştî û çareseriyê aşkere kiriye. Em dê di 14'ê Tîrmehê de disa hewldan û vîna xwe ya aştî û çareseriyê nîşan bidin. Gelê kurd aştî, çareseriyê û wekheviyê dixwaze. Gelê kurd dixwaze her ke hurmetê nîşanî muxatabê wê bide. Gelê kurd dixwaze bi rêya diyalog muzakere û aştiyê pirsgirêk çareser bibe. Dixwaze vîna wî wekî muxatap bê nîşandan û qebûlkirin."


'Çareseriya bêyî Ocalan, PKK û BDP nabe'


Aysel, diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û got ku "Çareseriyeke ku Birêz Ocalan, PKK û BDP’ê li derve bihêle, bi tu awayî nikare pêk bê. Birêz Ocalan vina aştî û çareseriyê nîşan daye. Em dixwazin dewlet û hikûmet rastiyê bibîne û rast nîzîki çaraseriyê bibe. Ji ber ku çareserî li wir e. Ya rasteqîn ev e. Em bang li gelê xwe dikin ku di 14'ê Tîrmehê de vîna xwe ya berxwedana demokratîk nîşan bide."


 ‘Mitînga 14’ê Tîrmehê mitîngeke dîrokî ye’


Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got:


“Mitînga 14’ê Tîrmehê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk de, dê nîşan bide ku di mijara çareseriyê de vîna gel dê bikaribe çiqas xurt be. Gelê kurd di nav gelên cîhanê de bi bedêlên herî mezin û giran li azadiya xwe xwedî derket û parast. Heta niha me ji bo aştî û azadiyê bi sedan mîtîng pêk anîn. Lê ev mîtîng dê bibe mitînga herî mezin a ku li ser vê axê pêk hatiye. Heta niha tu slogan, pankart û dowîzên li kolanan hatine vekirin, bê encam nemane. Me dît ku mitîngên pêk hatin, gelek tişt guhertin. Lê ev mîtng dê ji hemû mîtîngan mezintir be dîroka rojhilata navîn dê ji nûve bê nivîsandin. Di 14' Tîrmehê de mîtînga ku li Amedê pêk bê, dê bibe mîtînga dîrokî.”


Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî got ku: “Dema çareserî, demokrasî û aştiyê hatiye. Li Tirkiyê ji îro û pê ve ji bo çareserî û aştiyê gav neyê avêtin, li hemberî çareseriyê li ber xwe bê dayîn, li hemberî gelan berpirsyariyeke pir mezin e. Taloqkirina aştî û çareseriyekê ku dema wê hatiye, tê wateya sûc kirina li hemberî gelan. Bi vê mîtînga bêhempa em dixwazin nîşanî Enqere, hikûmet û dewletê bidin ku gelê kurd ji bo aştî û çareseriyê amade ye, nexşerêya wan jî amade ye, mûxatabî jî amade ye. Piştî vê mîtîngê kes nikare bêje 'Ez nizanim dê pirsgirêka kurd çawa çareser bikim'. Kes piştî vê mîtîngê nikare bêje 'Nexşerê çi ye?' Ev mîtîng dê bibe aşkerekirina daxwaz, pêşniyarên çareseriyê, ku heta niha bi bedêlên giran hatiye pêşxistin, dê bi awayekî komî were ziman. Em bang li hemû gelê xwe, kesên ku bi aştî û demokrasiyê bawer in dikin ku beşdarî mîtîngê bibin. Ev mîtîng dê bibe mîtîngeke dîrokî. Em nîqaşa hepsa malê girîng dibînin."


(hp/ho)