Li Sêrtê mirina jinekê ya bi guman

09:26

JINHA

SÊRT - Jina ku hat zanîn demdirêje ji hevserê xwe şidet dîtî di mala xwe de mirî hat dîtin.

Dayîka 3 zarokan Elif Dundar ya 27 salî di mala xwe de mirî hat dîtin. Hat zanîn ku Elifa di mala xwe de mirî hatî dîtin demdirêje ji destê hevserê xwe şidet didît. Hat ragihandin ku Elif duh derdora saet 15.00'an jiyana xwe ji dest daye, piştî saetekê nû agahîdana ekîba 112 di serê mirovan de nîşanên pirsê çêdike. Cîranên wan dan diyarkirin ku her dem Elî rastî şidetê dihat. Hat zanîn piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazê Elif rakirin Nexweşxana Dewletê ya Sêrtê.

Rêveberên Şaxa ÎHD a Sêrtê û Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfin çun cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin.

(zt)