Li Hesekê xebatên avakirina komunan
12:17
JINHA
HESEKÊ - Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava (YCR), bi dirûşma "Ciwan ax, av û enerjiya xwe dike komun; jiyana azad ava dike" li Hesekê dest bi xebatên avakirina komunan kirin.
Piştî bajarê Qamişlo li Hesekê jî, li taxên Kelas û Nasra yên Hesekê jî ji bo avakirina komunên ciwanan civîna amadekariyê hat lidarxistin. Di civîna bi beşdariya bi dehan ciwanî de, fonksiyona komunê di sîstema xweseriya demokratîk de û rola ciwanan a di nava civakê de hatin nirxandin. Di civînê de hat destnîşankirin ku ciwanan di şoreşa Rojava de rola pêşengiyê dilîzin û wê vê rola xwe di komunbûyînê de jî derxînin asta herî bilind. Di civînê de komîteyên parastina cewherî, çand û huner, spor û tenduristiyê jî hatin diyarkirin û dema komîteya parastina cewherî hat hilbijartin endamê YCR ê Hesekê Mûhammed Şîno di derbarê giringiya avakirina komunan de nirxandin kir û got, "Komun vîna civakê ye. Hêzên YPG û YPJ'ê li Til Temirê nîşanî me da ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê parastina cewherî pêwîst e. Pêwîste hemû ciwan di destpêkê de cihê xwe di nava komîteyên parastina cewherî de bigirin."
(zt)
