Ji saziyên Siwîsre piştevaniya Kobanê

12:44

JINHA

KOBANÊ – Saziyên kurd ên li Siwîsreyê, bi armanca piştgiriya Kobanê hemleya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya hemleyê de 8 konteynir şandin Kobanê.

Proje bi pêşengiya Civaka Kurd ya Siwîsreyê (Schweizerisch Kurdische Gemeinschaft SKG), Navenda Çanda MED û Komeleya Biratiya Basel-Wan, bi navê “Piştevaniya Basel Kobanê” hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên ku organîzatorên projeyê de, di çarçoveya xebatan de şaredariyên Basel, Baselland, Riehen, Bettingen, Birsfelden, û Liestal, her wiha hinek partiyên siyasî û karsazan alîkariya pereyan kir. Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Alternatîfa Komunîst a Baselê jî piştgiriya projê kirine. Dîsa ji bo alîkariyê li kolanan paste hatine firotin û pereyê wan tevlî alîkariyê hatiye kirin. Di çarçoveya alîkariyê de 8 konteynir (xaniyên hazir) hatin stendin û ji bo Kobanê hatin şandin. 8 konteynir duh di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê kirin. Konteynir ji aliyê Cigîrê Serokê Meclîsa Rêveber Xalid Bergel ve teslîm hatin wergirtin. Hate gotin ku dê di çarçoveya projeyê de di demên pêş de jî konteynir bêne şandin.

Xalid Bergel diyar kir ku ev konteynir dê ji bo welatiyên ku vegeriyan e bêne bikaranîn.

(zt)