‘Bila zarokên me bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibînin’

14:56

Sarya ŞAKAR-TEKOŞÎN Tekûn / JINHA


AMED-Daxwaza berwerdeya zimanê zikmakî ku di van rojan de pir derdikeve pêş, welatiyên li gundê Ayveriya Amedê dijîn, diyar kirin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya kurdî bibînin. Li gund welatî bi tirkî nizanin û na axivîn, ji ber wê zarokên wan tenê bi zimanê xwe dikarin îfade bikin. Zarokên ku bi zimanê xwe di peyîvin, dema diçin dibistana seretayî, necar dimînin ku perwerdeya zimanê tirkî bibînin. Jinan anî ziman ku dema zarokên wan diçin dibistana seretayî rastî zoriyên mezin ên ziman tên. 


Neso Aslan ku li gund dijî daxwaza zimanê zikmakî kir û wiha axivî: “Ez dixwazim ku di hemû dibistanên herêmê de perwerdeya zimanê kurdî bê dayîn. Em eslê xwe kurdin. Em naxwazin zarokên xwe di dibistanê Teyîp Erdogan de bidin xwedin. Bila li dibistanan zimanê me berset be. Em weke kurd hatin dinê û em ê weke kurd jî bimirin. Em ne mecbûrin ku bi tirkî bi axivîn. Heya niha em xwedî jiyan û axa xwe derketîn, em zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin kirin, ji ber wê em dibistanên kurdî dixwazin. Li vê derê hemû kes bi kurdî diaxivîn. Ji ber wê dema zarokên me bi tirkî bi axivîn, em wan şiyar dikin ku bi tirkî ne axivîn. Em ne tenê perwerdeya zimanê kurdî, em dixwazin nasanameyên me jî bi kurdî bên nivîsandin.” 


 ‘Zimanê me rûmeta me ye’


Mizgîn Aslan jî anî ziman ku ew neçarin ku li dibistanê perwerdeya tirkî bibînin û wiha got: “Ez naxwazim xwişk û birayên min jî rastî heman zor û zehmetiyan bên. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi kurdî bipeyîve. Divê her kes karibe, li nexweşxaneyan, sazî û dezgehan de bi zimanê kurdî bi axive. Ji bo vê yekê berî her tiştî divê perwerdeya kurdî bê dayîn. Erdogan na xwaze li dibistana perwerdeya zimanê kurdî bê dayîn. Lê em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin. Ji ber ku ziman me rûmeta me ye. Em nikarin dev ji zimanê xwe berdin.”


 Jınan bertek nîşanî Erdogan da


 Muhsîne Aslan jî da zanîn ku ew jî weke her kesî perwerdeya zimanê zikmakî dixwaze û wiha axivî: “Em kurdin. Ji ber vê yekê zimanê me jî bi kurdiye û divê perwerdeya bi zimanê kurdî hebe. Ji ber ku kesek nikare zimanekê tune bike. Erdogan dibêje ‘Pêwîstî bi perwerdeya zimanê kurdî û dibistanên kurdî tuneye.’ Ez vê yekê şermezar dikim. Ji ber ku erdogan naxwaze zimanê kurdî pêşbikeve ji ber wê wisan dike. Çima Tayîp bi zimanê xwe perwerde dibîne, em dixwazin wekî wî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Bila zarok bi kurdî fêr bibin, ji bo ku neçarî zimanê tirkî ne bin.” 


 ‘Bi darê zorê zarokên me fêrî zimanê tirkî dikin’


Şabîle Aslan jî dest nîşan kir ku ger ew bi zimanê xwe perwerdeyê bibinin, dê hîn zêdetir xwe azad hîs bikin û wiha bilêv kir: “Gelo ma çi ferqa me ji zarokên din heye. Lê bi Tayîp re ev hişmedî tuneye ku zarokên kurdan bi fikire. Ji ber ku naxwaze kurd bi zimanê xwe bi peyîvin. Ji bo ku zimanê tirkî fêr bibin. Tirk di vî alîde rehetin, em jî êdî dixwazin di werê zimanê xwede rehet bin. Xwendina zarokên me ya bi zimanê kurdî ji bo me rûmet e.” 


‘Zimanê tirkî me pêş naxe’


Esil mexdûrê perwerdeya zimanê tirkî zarokin. Zarokan diyar kir li dibistanan dersên me her tim kêm dimînin û wiha gotin: “Ji ber ku zimanê me yê zikmakî kurdiye û li dibistanan perwerdeya tirkî dibînin, ji ber wê em her tim paşde dimînin. Ger em perwerdeya kurdî bibînin, emê hîn zêdetir bi serkeftî bin.Zarokên bi navê Amîne, Rojbîn, Nazli Sedef, Zerda Aslan ku di heman gundî de dijîn û xwendevanîn jî diyar kirin ku dema ew bi kurdî di axivin, zarokên ku tirkî dizanin xwe bi wan re aciz dikin û wiha gotin:  “Lê em dixwazin bi kurdî li gel hev bi peyîvin. Ji bo ser bilindiya xwe divê em bi zimanê kurd bi axivin. Erdogan bi cuda kirina ziman, ferqê dixwe nava zarokan.” 


(aw/pk)