Zaroka 8 salî ku li Yemenê hat zewicandin jiyana xwe ji dest da
15:01
JINHA
YEMEN-Li herêma Hardh ku li ser sînorê Erebîstana Suudî ya Yemenê dimîne,zaroka 8 salî ku bi zilamê 40 salî re hat zewicandin ji ber xwînbûna malzarokê jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Hardh ku li ser sînorê Erebîstana Suudî ya Yemenê dimîne, zaroka 8 salî ku ji aliyê malbata wê ve bi zilamê 40 salîre hat zewicandin, ji ber xwînbûna malzarokê jiyana xwe ji dest da. Zaroka 8 salî ya bi navê Rawan, hat payên ku ji ber bi qelîşîna malzarokê xwînî bûye û jiyana xwe ji dest daye. Gelê Kuweytê li dijî zilamê 40 salî û malbata zaroka 8 salî ku destûr daye zewaca Rawan û zilamê 40 salî rabûn ser piyan.
Hat dest nîşan kirin ku li Yemenê ji sedî 25 zarokên keç di 15 saliya xwe de tên zewicandin. Li welat Suudî Erebîstanê di sala 2009’an de temenê zewacê weke 17 hat dest nîşan kirin. Lê ji ber ku qanûna ku hat li dar xistin, li dijî “Qanûnên îslamê hat dîtin” ji ber wê ji meriyetê hat rakirin. Li gorî nûçeya Gulf News hat diyar kir ku zilamê 40 salî divê bi awayekê herî giran bê cezakirin û wiha hat got: “En ku vî sûcî biparêzên jî divê bên ceza kirin.
(aw/pk)
