Ji tecawizkaran re cezayê îdamê hat dayîn

15:07

Ji tecawizkaran re cezayê îdamê hat dayîn


HÎNDİSTAN-Par di meha kanûnê de li Hindistanê xwendekara zanîngehê ku temenê wê 23’ê bû, rastî tecawiza komî hatibû. 4 kesên ku ji vê dozê dihatin darizandin rastî cezayê îdamê hatin.


Par di meha kanûnê de li Hindistanê xwendekara zanîngehê ku bi hevala xwe re çûbû sînemayê û piştî sînamayê ji bo ku piçe mal, ketibû otobêsekê û di otobêsê de rastî tecawiza 5 kesan hatibû û ji otobusê hatibû avê tin. Piştî bûyerê jina ciwan rakirin nexweşxanê, lê piştî 15 rojan jina ciwan jiyana xwe ji dest dabû. Di doza tecawiza komî de kesên ku dihatin darizandin, dozger Jogesh Khanna, tecawizkar bersûc dîtin. Her wiha dozger diyar kir ku tecawizkaran xwestiye delîlan ji holê rabikin û jina mexdur jî qetil kirine. Ji ber vê yekê dozger der barê 4 kesan de biryara îdamê da.


(aw/pk)