Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen
10:10
Hulya ADIYAMAN – JINHA
QAMIŞLO – Evîn Şikakî ku bi lêkolînên li her derê Mezopotamyayê Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen berhev kiriye, diyar dike ku yên di aliyê parastina kurdî de tevkariya herî mezin dane, jin in. Evin, dibêje ku “Jina kurd dikarî asoyên berfireh ji xwe re veke û ava bike. Jina kurd, divê êş, zehmetî û jiyana xwe, bi hest û nêrîna jinê binvîsin.”
Evîn Şikakî ku bi berhema xwe ya Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen helbestvanên jin ên kurd nîşan dide, bi helbestên ku ji her aliyê Mezopotamyayê berhev kiriye, dîrokê û wêjeyê ronî dike. Di vê antolojiyê de, qonaxên ku dîroka helbesta kurd ji serdema 10. heta niha derbas kirine, jinên kurd ku helbestên devkî, klasîk, nûjen nivîsîne, hene.Em bi EvînŞikakî re, li ser Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen axivîn.
- Di naveroka Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kurdî ya Nûjen çi heye?
Ji serdema 10’an heta îro qonaxên tê re derbas bûye, ya devkî, klaskîkî, nûjenî heta îroem dibînin. Minbehsa dîroka helbestê kiriye. Min behsa helbestvanên jin ên klasîkî, wek mînak helbestvana Mestûra Kurdistanî kiriye. Wê helbestên klasîk, helbestên dîrokî dinvîsand. 20 hezar malik helbestên wê hebûn, lê mixabin hemû hatin wendakirin. Tenê 3 hezar malik mane. Hatin berhevkirin û li başûrê Kurdistanê hatin çapkirin. Ez behsa helbesta kurdî dikim. Rola jina kurd di civakê de, bi taybetî di nivîsandina jinê de. Pirtûkeke berhevkirinê ye. Ev xebateke gelek girîng e, gelek zehmetî çêbû.
- Tu dikarî behsa amadekariya vê antolojiyê bikî?
Zêdeyî salek û nîv xebat min li ser vê pirtûkê kir. Min behsa helbesta kurdî, dîroka helbesta kurdî kir. Min ev proje bi gelek zehmetiyan amade kir. Ji ber ku hinek ji wan, çûne ser dilovaniya xwe, hinek ji wan di zindanê de bûn, navnîşanên hinek ji wan tunebûn, hinek ji wan li rojhilatê Kurdistanê ne, gelek li dûrî me ne, di aliyê têkiliyê de me zehmetî kişand. Ev gelek bûn asteng. Lê me dikarî em van astengan kêm bikin û vê pirtûkê derxin holê û bikeve xizmeta kurdî. Min behsa helbestvanên jin kir. Bi rêya telefonê, bi rêya e-maîlê, yan jî min ew rû bir û dîtin. Ez bi hêvî me ku ev pirtûk ketibe xizmeta kurdî. Min her beşekî ji beşên Kurdistanê, ji rojava, başûr, rojhilat, bakûrê Kurdistanê. Min ji dîroka helbesta kurdî ya nûjen, kengê destpê kiriye, heta îro. Min mînak ji helbestên van jinan daye, her wiha behsa jiyana wan kiriye. Min berhemên heyî daye. Gelek kêfxweş im ku ev helbest ji Amedê, ji aliyê Pirtûkxaneya Ronahî ve hatiye çapkirin. Bi hêvî me ku bi dilê xelkê, nivîskaran û helbestvanên jin be.
‘Jin ziman dewlemend dike’
- Tu pêşketina ziman û wêjeya kurd çawa dibînî?
Tiştê herî baş di rojavayê Kurdistanê de, zimanê me yê kurdî, ji hêla dayîkê ve, ji hêla jinê ve hat parastin. Nehiştin ku ev ziman wenda bibe. Rewşa jinê bi xwe, rewşeke gelekî lawaz e. Em îro dibînin ku nivîskarên me yên jin, ên kurd, gelek zêde bûne. Li rojavayê Kurdistanê em dibînin ku gelek helbestvanên jin hatine qada wêjeyî, nivîsandinê. Gotarê, çîrokê helbestê dinvîsin. Jinên kurd di vê qadê de, gavên pir girîng avêtine. Jina kurd dikarî asoyên berfireh ji xwe re veke û ava bike. Ji ber ku di van salên dawî de, vê şoreşa teknolojiyê, rê li ber xelkê, hemû mirovan vekir. Yek ji wan jî, jina kurd e. Li rojava, ragihandina me ya zimanî tune, her wiha dezgehên me yên rewşenbîrî tune. Tenê, înternet maye di destê me de. Em bi rêya vê pencereyê, wêje, helbestên xwe nîşanî xelkê didin.
- Tu dixwazî ji bo jinên kurd bangewaziyeke çawa bikî?
Ez bi hêvî me ku jina kurd a nivîskar, a ku helbestê dinvîse, dikare gelek asoyên berfireh ava bike, gavên baş bavêje, lê ger ku derfetên azadiyê ji bo wê hebin. Dikare xebateke bi rêk û pêk bike. Ez bi hêvî me ku ev jinên me yên karê wêjeyî dikin, çi lêkolîner be, yan jî helbestvan be, bikaribin berhemên girîng derxin holê, bikaribin li ser êş û jana xwe ya kesayetî wek jin binvîsin, li ser êş û jana me ya civaka me ya kurdî bikaribin tiştên nebaş ku hene, bînin ziman, bikar bînin, xebatê li ser bikin, ewê tiştên gelek girîng deynin holê û ewê bikeve xizmeta kurdî.
Wêne - Kamera: Hulya ADIYAMAN
(ha/gk/hp/ho)

