Baroya Şirnexê dê zarokên hatine qetilkirin bi bîr bîne

14:55

JINHA

ŞIRNEX - Baroya Şirnexê, bi boneya 23'yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan ji bo balê bikşînin ser zarokên ji aliyê polîsan ve li Cizîrê hatine qetilkirin, li cihê lê hatine qetilkirin çalakiya bîranînê dê were li dar xistin.

Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Şirnexê, bi boneya 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo bal bikşînin ser zarokên ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin dê sibê li cihê lê hatine qetilkirin çalakiya bîranînê li dar bixin. Li gor bernameya Baroya Şirnexê dê sibê seat 12.00'an de li cihê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê di 14'ê çileyê de ji hêla polîsan ve dema li ber mala xwe bi hevalê xwe re dilîst hat qetilkirin, bi civin û dê bi hevalên Kazanhan re ji bo bîranînê balon berdin asîmanan. Piştî daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê, heta cihê Umît Kurt ê di 6'ê çileyê de li taxa Cûdiyê ji hêla polîsan ve hat qetilkirin bimeşin. Her wiha girse dê qurnefilan danin cihê zarokê 17 salî yê bi navê Sînan Saltikalp ê di 23'yê nîsana 2013'an de ji hêla polîsan ve hat qetilkirin.

(rc)