Hat îdakirin ku li Cizîrê jinek ciwan ya16 salî xwe kuşt

15:27

JINHA

ŞIRNEX – Hat îdakirin ku li Cizîrê jina ciwan ya bi navê Z.T (16) xwe kuşt.

Li taxa Cudî ya Cizîrê hat îdakirin ku jina ciwan ya bi navê Z.T’ ya 16 xwe kuştiye. Li gorî îdayên malbatê keça wan li daira binê mala wan de xwe daliqandiye û xwe kuştiye. Hat zanîn ku cenazeyê Z.T pêşî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê du re ji bo otopsiyê şandin e Amedê.

(ma/zt)