HDP'ê Roja rojnamegeriya Kurdî pîrozkir
15:55
JINHA
ENQERE - HDP’ê Bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em kedkarên çapemeniya azad a xwedî tabloyeke serbilindiyê ne pîroz dikin, em rojnamevanên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hatine qetilkirin, tevayî şehîdên çapemeniyê bi rêz û hurmet bibîr tînin."
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "22’ê Nîsanê 1898’an li Kahîreyê yekemîn Rojnameya Kurd Kurdistan dest bi weşanê kiriye. Ev rojnameya ku damezrînerên wê Mîkdat Mîdhat Bedîrhan û birayê wî Abdurrahman Bedîrhan in, hatibû xwestin ku li Stenbolê bê derxistin. Ji ber destûr ji rêveberiya Osmaniyan nehat wergirtin, li sirgûnê yanî li Kahîreyê hat derxistin. Di vê çarçoveyê de çapemeniya Kurd ji welatê xwe dûr çêbû.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çapemeniya Kurd a li sirgûnê dest bi weşanê kir, wek teyisandina trajediya ku gel dijî ye û wiha dewam kir: "Rojnamevantiya Kurd a wê rojê li sirgûnê destpê kir, îro hê jî di nav şert û mercên zehmet û di bin zextan de jiyana xwe didomîne.”
HDP’ê wiha dewam kir: "Em kedkarên çapemeniya azad a xwedî tabloyeke serbilindiyê ne pîroz dikin, em rojnamevanên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hatine qetilkirin, tevayî şehîdên çapemeniyê bi rêz û hurmet bibîr tînin."
(zt)
