Jinên karker civîna desteyê pêk anî
15:56
JINHA
AMED-Beşa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4emîn civîna xwe ya Desteya Awarte li dar xist. Di civînê de komisyoneke jinan a 5 kesî hate avakirin.
Beşa jinan a Şaredariya Bajarê Mezin ku bi mebesta nêrîna jinê di kar û barê şaredariyê de nîşan bide hatiye avakirin, 4emîn civîna xwe ya Desteya Awarte li dar xist û Endama Meclisê Şeyda Aslantas, berpirsa Beşa Jinan Muzeyyen Anik Aydin û Cîgira Şaredar Hafîze Îpek tê de amade bûn. Civîn li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin.
Cîgira Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek Îpek di civînê de axivî û bi bîr xist ku têkoşîneke dûredirêj ji aliyê jinan ve hatiye dayîn û wiha axivî, “Em hewl didin jiyaneke dirêj biguherin ev ewqas hêsan nîne.” Hafîze ,bal kişand ser serdestiya mêran a 5 hezar salî û da zanîn ku di encama wê de jin xistine ber nîrê bindestiyê. Hafîze Îpek destnîşan kir ku jinên kurd li dijî vê têgihîştinê gotiye ‘êdî bes e’ û ji bo azadiya xwe qîryaye û got ku têkoşîna jinê ya azadiyê têkoşîneke pîroz e. Îpek, bi bîr xist ku ji bo pir gelek berdêl hatine dayîn û got, ji bo li nav civakê azadî, wekhevî, aştî û hezkirin bi ser bikeve jinan têkoşîneke bêhempa daye. Îpek weha axivî, “Em ê bi rêxistin bibin, ked û ramana xwe bigihînin hev û bi vî awayî serkeftinê bi destê xwe ve bînin. Em hewl didin pergaleke ku li dinyayê tune ye ava bikin. Em modêleke azadane ava dikin.”
Di civînê de raporên xebatê hatin xwendin û jinan behsa ezmûna perwerdeya xwe ya 10 rojane kir û ew bi beşdaran re parve kirin.Piştî wê ji bo serperiştiya kar û xebata beşa jinan bike komîsyonek hate avakirin.
Komisyon ji 5 kesan pêk tê û endamên wê; Amîne Durmaz, Yildiz Tahtaci, Zeycan Ateş, Ulku Beytaş û Gulbîn Erdemîr hatin hilbijartin.
(pk)

