Li Stanbolê du jin mirî hatin dîtin

12:40

JINHA

STANBOL - Li Kagithanê du jinên ku ji gazê ya sobê bi jehrî ketine li malê mirî hatin dîtin.

Li taxa Çaglayan a Navçeya Kagithanê ya Stanbolê Fatma Kiliç ya (45) û xwişka hevserê wê Habîbe Domurcu êvarê piştî ku sobê pêxistine,di encama herîkîna gazê sobê de herdû mirî hatin dîtin. Du zarokên keç ya Fatma li odeya din razabûn,sibê dema ku dayik û meta xwe ji xew radikin û dibinin ku mirîne. Li ser agahî dayînê wan ekîbên polîsan û ekîbên tenduristî tên cihê bûyerê. Piştî lêkolîna ekîbên tenduristî diyar dibe ku herdû jin mirîne û ew radikin morgê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate despêkirin.

(rc)