'Komkujiyê nas bikin, lêborînê bixwazin û tezmînatê bidin'
16:58
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 100'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan de, li gelek cihan çalakî hatiye lidarxistin. Li Stenbolê Hewldana Ji Înkara 100 salê re Dawî, bername hat lidarxistin. Hewldanê xwest ku Tirkiye komkujiyê nas bike, lêborîn bixwaze û tazmînatê bidin.
Hewldana Ji Înkara 100 salê re Dawî ku saziyên ÎHD, Komîsyona li dijî Cudakarî û Nijadperestiyê, Nor Zartonk, Platforma Rûqaliyê jî di navde, bi boneya komkujiya li dijî ermeniyan pêk hat şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne çalakî pêk anîn. Çalakiya Stenbolê li Muzeya Berhemên Tirk û Îslamê ya Sultanahmetê ku wekî girtîgehê dihat bikar anîn û di 24'ê Nîsana 1915'an de gelek ermeniyên ji Anadoliyê hatibûn sirgûnkirin li vir hatin qetilkirin, hat lidarxistin. Di bernameyê de Serokê Tevgera Rêxistina Bingehîn a li dijî Nijadperestiya Ewropa û Ermeniyên Diasporayê (EGAM) Benjamin Abdan, Prz. Eren Keskin, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel, namzetên HDP'ê rojnameger û nivîskar jî di navde gelek kes amade bûn. Di bernameyêde bi zimanê ermenî, tirkî, îngîlîzî pankartê "Di 100'emîn sedsalê de komkujiyê nas bikin! Lêborîn bikin! Tazmînatê bide!" vekir. Wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan vekir û qurnefilên sor danîn. Di çalakiyê de daxuyanî bi ermenî, îngilîzî û Tirkî hat xwendin.
Parêzer Eren Keskin, anî ziman ku ji bo wan tiştê girîng 100 salin komkujiya ermeniyan tê înkarkirin û ev sûc e. Eren xwest êdî komkujî bê naskirin û Tirkiye lêborînê bixwaze piştre jî tazmînatê bide.
Piştî daxuyaniyê 2 hezar û 400 gundên ku di sala 1915'an de hatin tunekirin yek bi yek hat xwendin. Piştre kom meşiya Îskeleya Kadikoyê û derbasî Haydarpaşayê bûn. Li vir Ermeniyên ku hatibûn qetilkirin bibîr anîn. Ji wir jî derbasî gora Sevag Balikçi ya Şîşliyê bûn.
Koordînasyona Meclisa Ciwanan a HDP'ê jî li Kampusa Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê daxuyanî da. Li vir jî pankarta ku xwestin bi rastiya kuştina Hrant û Sevagê re bên rûqalî hev û lêborînê bixwazin vekirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) jî bi ermanca 100'emîn salvegera komkujiya Ermenî û Suryaniyan daxuyani dan.
MÊRSÎN
Meclisa Bajar a HDK'a Mêrsînê, Komeleya 68'an a Mêrsînê, bi heman armancê li Parka Zarokan a Azadiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Namzetên parlamenterên HDP'ê amade bûn. Li ser navê komê Serokê Komeleya 68'an a Mêrsînê Hasan Kapikiran, daxuyanî xwend û komkujî şermezar kir.
(rc)
