Qanûnên jinan ji endamên Asayîş re hatin şirove kirin
17:12
Nûçe
JINHA
EFRÎN - Desteya Jinan a Erînê û bi alîkariya Desteya karê Hundir a Efrînê semînerek li ser zagonên jinan ji endamên Asayîşa navçeya Mabata re lidar xist.
Semîner bi beşdabûna dehan endamên Asayîşa navçeya Mabata ya Efrînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Seroka Desteya Jinan a kantona Efrînê Fatma Lekto li ser zagonên xweser ên jinan axivî û bal kişand ser rola jinan a rêveberiya civakê de û got ku hêzên desthildar her dem hewl daye ku jinan di xizmeta xwe de bidin bikar nîn û wiha dom kir: Di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jinan roleke aktîf di hemû aliyan de girtiye û pêşengtî kiriye.?
Di axafina xwe de her wiha bal kişand ser qanûnê xweser ên jinan û tekez kir ku pêwîste hemû endamên asayîşê van qanaûnên jinan baş hîn bibin, her wiha pêwîste endamên asayîşê qanûnan baş bizanin û li gorî wê tevbigerin.
Di civînê de her wiha hemû qanûnên xwesr ên jinan ji alliyê Endama Komîteya Zanistiya Jinan Hindirîn Ebdalo hate xwendin û hatin şîrovekirin. Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.
(rc)
