Hevseroka PYD'ê Asya Abdulah li gel parlamentên Swêdî civiya

18:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê Asya Abdula bi parlamenterên Swêdî re civiya. Di civînê de rola jinan ya di şoreşa rojavayê Kurdistanê de hat nîqaş kirin.

Duh hevseroka PYD'ê Asya Abdulah û nûnerê PYDê yê Swêdê Şiyar Elî ligel parlamenterên Swêdî Desîree Pathrus, Amîne Kakebawe û Siv Holma re civiyan. Mijara sereke ya civînê rolê jinan di şoreşa rojavayê kurdistanê de bû. Asya Abdulah di hevdîtinan de balkêşa ser qehremaniya jinan û wiha got: "Rojhilata Navîn di nava sîstemek feodal da dijî, lê li rojavayê Kurdistanê jin di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de gelek xwe pêşxistine. Jin di hemû beşên civakê de xwedî biryarin û rolekî berçav di rêxistinkirinaa civakê de hene."

Hevseroka PYDê Asya Abdulah wiha got: "Pêşketinên li rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo kurdan in, ji bo gelên din yên herêmê jî mînakek başe. Rojava dikare bibe modelek ji bo hemû Sûriye û Rojhilata Navîn." Asya Abdullah daxwaz ji welatê Swêdê kir ku di avakirina Rojavada de arîkariyek aborî û menewî bide gelê Rojava û got: "Daxwaza me ewe ku rêxistinên Swêdî alîkariya jinên rojavayê Kurdsitanê bikin."

Parlamentera Partiya Çep Amîna Kakabawe jî di hevdîtinan de wiha got: "Em bi berxwedaniya şoreşa rojavayê Kurdistanê moral û hêzê digirin. Çi alîkarî ji partiya me were, emê ji bo Rojava bikin. Em di hemû civînên xwe de rojavayê Kurdistanê dikin mijara xwe û guftugo dikin."

(rc)