Li Şiyê di 4 mehan de 23 komîn hatin avakirin

14:42

JINHA

EFRİN - Li Navçeya Şiyê ya Efrînê di encama xebata 4 mehan de 23'ê komîn hatin avakirin.

Li Navçeya Şiyê ya Efrînê jinan xebata avakirina komînan ya ku di 1'ê çileha 2014'de despêkiribû,bi civînek dawî 23'ê komîn hatin ava kirin. Bi sedan jin bi awayek rêxistinî beşdarî civîn û xebata avakirina komînan bun. Di heman demê de jinan perwerde li ser girîngiya rêxistinbûna komînan jî dîtin. Di encama xebatên ku hatine meşandin li hemû tax û gund komîn hatin ava kirin. Endama Yekîtiya Star Resmiye Sîdo diyar kir ku li ser pêşniyarên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan yên girêdayî demokratîkbûyîn û jiyana hevpar ew vê xebatê dane despêkirin. Her wiha anî ziman ku piştî vê xebatê hem di warê ewlehiya herêmê de hem jî di warê aramiya jiyanê de pêşketin çêbûye.

Resmiye dest nişan kir ku jin xûdî êşên dîrokîne û pêwîste jin xûdî li dîroka xwe derkevin. Resmiye her wiha diyar kir ku ji bona ku jin li hember pergala desthilatiya mêr têbikoşin pêwîstî bi dîrok naskirin heye. Resmiye derbarê rêgezên xebatê ya komînê de agahî da û da zanîn ku di her komînekî de 3'ê rêveber hene û ev rêveberên komîn di çerçoveya biryarên komînê, radigîne Rêvebiriyên Xweseriyên Demokratîk. Resmiye dawiyê de diyar kir ku ew komîteyên girêdayî komînê jî ava kirine û girêdayî vê yekê,komîteya Civakî,komîteyê Perwerdehiyê,komîteya Aboriyê û komîteyên Ciwan û Jin hatine ava kirin.

(rc)