10 welatiyên dinê yên Êzidî ji destê çeteyan azadbûn
15:47
Nîsan
26
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Şeva borî 10 kurdên Êzdî ji destê çeteyên DAIŞê rizgar bûn û gihiştin parêzgeha Dihokê.
10 kurdên Êzdî li gundê Til Şûr ê girêdayî navçeyta Heydan ji destê çeteyên DAIŞê rizgar bûn. Êzidiyên ku rizgarbûn di saet 23.00'an de gihiştin Dihokê û hemû jî ji navçeya Şengalê ne. Di nava wan de 6 zarok, 2 mêr û 2 jin hene. Heta niha zêdetirî hezar û 500 kurdên Êzdî ji destê çeteyên DAIŞê rizgar bûne.
(zt)
