Rejîma Îranê jina 48 salî darve kir
16:18
Nîsan
26
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina 48 salî ya ji Tahranê bi hincetên karanîna madeyên narkotîkê ji aliyê Dadgeha Gîlan ya bajarê Reşîd ê ya rejîma Îranê ve hat darvekirin.
Li Girîtgeha Şîraz ê di nava hefteyekê de rejîma Îranê 11 kes bidarve kirin. Li gorî Raporên Mafên Mirov yên li Îran tenê di nava meha derbasbûyî de herî kêm 100 kes hatine darvekirin. Her wiha Îran di tevahiya cîhanê de welatê herî zêde mirovan darvedikeye. Li gorî agahiyan bi hinceta karanîna madeyên narkotîkê jinek 48 sali ya ji Tahranê ji aliyê Dadgeha Gîlan ve li bajarê Reşîd ê hat darve kirin.
(zt)
