Jinên TKP/ML’yî: Girtiyên PAJK’î hatin îşkencekirin

10:09

 


JINHA


ENQERE  – Girtiyên jin ên ji doza TKP/ML di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ne, ji çapemeniyê re nameyek şandin û gotin ku “Leşker, tîmên taybet û gardiyan bi hinceta ‘em ê lêgerîn bikin’ ketin qawîşên hevalên me yên PAJK’î, bi îşkence û lêdanê ew ji qawîşan derxistin. Ev operasyoneke girtîgehan e.”


Hate ragihandin ku girtiyên jin ên edlî û yên ji doza PAJK’ê (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine kirin, di dema sirgûniyê de rastî îşkenceyê hatine. Girtiyên jin ên ji doza TKP/ML di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ne, ji çapemeniyê re nameyek şandin û îşkenceyên li girtiyên jin hatine kirin, vegotin. Jinan dan zanîn ku 30 girtiyên edlî û 13 girtiyên PAJK’î, nîvê şevê bi operasyonên li girtîgehên ku lê ne, hatine derxistin û ew anîne Girtîgeha Jinan a Sîncanê. “Hevalên me yên PAJK’î dema di Girtîgeha Rihayê de ne, leşker, tîmên taybet û gardiyan dikevin qawîşa wan. Bi hinceta lêgerînê, nîvê şevê li hevalên me dixin, îşkence li wan dikin, wan ji qawîşan derdixin û bi balafira leşkerî tînin vê derê. Ji wan re nabêjin ku wan dibin ku jî. Wek tê zanîn, li Riha, Karataş û girtîgehên din jî raperîn bûye û li van deran jî, wek vê derê sirgûniyên girseyî çêdibin.Ev operasyoneke girtîgehan e.”


‘Me li hemberî tecrîdê çalakî pêk anî


Jinan destnîşan kir ku di dema vê sirgûniyê de tişt û tevayên girtiyan jî nedane wan û gotin  “Hê bi ser de, çend hevalên me bi tevî eşofmanan û pêxas anîne. Tişt û tevayên wan piştî 3 rojan anîne, lê hemû wêrankirî bûne û kêm bûne.” Jinên TKP/ML’yî ku gotin “Me wekî TKP/ML’yiyên girtî, li hemberî pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê, bi girtiyên PKK’î û PAJK’î re 3 rojan greva birçîbûnê pêk anî.” Jinan dan zanîn ku xala bingehîn a vê girêka têkoşîna li hemberî polîtîkayên wekî girtîgehên Tîpa F, Girtîgeha Îmraliyê ye.


 


(ga/ho)