Dêrsimiyan ji bo Aysel Dogan azadî xwestin
14:13
JINHA
DÊRSIM - Li Dêrsimê azadiya Endama Koma Aştiyê û Seroka Akademiya Baerî û Elewiyan a Dêrsimê Aysel Dogan û hemû girtiyên nexweş hat xwestin.
Li Dêrsimê ji bo endama Koma Aştiyê ya di 1999’an de ji Ewropayê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û Seroka Akademiya Bawerî û Elewiyan a Dêrsimê Aysel Dogan û girtiyên nexweş, azadî hat xwestin. Çalakî bi pêşengiya ÎHD’ê li Qada Azadiyê pêk hat û di çalakiyê de hat xwestin ku divê Aysel Dogan a rewşa tenduristiya wê girane û hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin. Namzetên HDP’ê yên Dêrsîmê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, hevşaredarên Dêrsîmê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, rêxistinên saziyên civakî û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
'Di kesayeta Asyel de ji bo hemû girtiyên nexweş azadî'
Serokê ÎHD’a Dêrsîmê Gurbuz Solmaz balkişand ser rewşa Aysel Dogan û got: “Dogan di 28’ê îlona 2011’an de ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Taybet ya Meletiyê ve hat girtin. 4 salan di girtîgeha Elbîstanê de girtî ma û piştre şandin girtîgeha Amedê. Bi nexweşiya kansêrê ket û li ser vê sewqî Enqereyê hat kirin û hat emelyetkirin. Aysel ya wek qasida Aştiyê hat Tirkiyeyê, hêjayî vê pêkanînê hat dîtin. Ger îro di nava helwestek samîmî de bin, îro roja destgirtina aştiyê ya Aysel. Divê Aysel demildest bê tahliyekirin. Daxwaza me eve ku Aysel demek kurt de bigihêje tenduristiya xwe. Em ji dil bawerin ku wê têkoşînê qezenc bike. Em dixwazin wê carek din ligel xwe bibînin.”
(zt)
