PDK'ê 2 endamên RJAK'ê girtin

16:35

JINHA

HEWLÊR - Asayîşa PDK'ê bêyî ku ti hincetan nîşan bidin li Diyana 2 endamên RJAK'ê Viyan Nebî Îbrahîm û Gulistan Seîd Mihemed girtin binçavan.

Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajaroka Qesrê ya navçeya Diyana ya bajarê Hewlêrê ya Herêma Federala Kurdistanê 2 endamên Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) yên bi navê Viyan Nebî Îbrahîm û Gûlistan Seîd Mihemed bêyî ti sedemekê nîşan bidin, binçav kirin. Endamên RJAK'ê Viyan Nebî Îbrahîm û Gûlistan Seîd Mihemed li Herêma Kurdistanê bi karê rêxistinî yên jinan ve mijûl dibin. Îro derdorê saet 14.00'an de ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin binçav kirin. Li gor agahiyan asayîşê ji wan re gotiye ku 'Karê we li vir çiye?' û bêyî ti buhaneyekê nişan bidin, her 2 endamên RJAK'ê girtine û nasnameya wan jî ji wan wergirtiye. Ev ne cara yekemîne asayîşa PDKê li Herêma Kurdistanê endamên RJAK'ê digire. Li pêşiya kar û xebata wan pirsgirêk û astengiyan derdixe.

Di 19'ê Gulana sala 2014'an de jî asayîş û hêzên taybet ên PDK'ê li Hewlêrê avêtin ser navenda RJAK'ê, kovara Rojî Welat û navenda Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û bi yekcarî girtin.

(nd/zt)