Sucdarê tecevûzê mûdûrê bajêr serbete

10:42

JINHA

ÎZMİR - Xwandekara Îranî ya Zanîngeha Egeyê ku beşa lisansa bilind dixwend, diyar kir ku mûdûrê komaleya bajêr ya Îzmirê B.K ew tecewûz kiriye û gilî kir. Bêyî ku lêpirsînek derbarê mûdûrê bajêr de were pêkanîn ew tayînî Hatayê kirin.

Xwandekara Îranî ya Zanîngeha Egeyê ku beşa lisansa bilind dixwend, diyar kir ku mûdûrê komaleya bajêr ya Îzmirê B.K ew tecewûz kiriye û li gel dozgeriyê giliyê B.K kiriye. Dozgerî jî tenê îfadeya B.K. girtiye. Li ser vê yekê Weliyê Îzmirê Mustafa Toprak ji bo ku bûyer bê lêkolîn kirin, mûfetiş xwest. Piştî lêpirsînê, ne diyare ku ev cezaya an diyariye didin van tecevûzkarane, B.K piştî ku ji erka wî tê rawestandin, tayîna wî li Şubeya Muduriyeta Hatayê tê kirin.

(rc)