Jinên Wanê bertek nîşanî bûyera Girtîgeha Şakranê dan
12:57
JINHA
WAN - Jinên ciwan yên ku temenê wan 18'e salî bi hinceta ducanî bûne, di hucreyan de tên girtin. Li ser vê yeke jî bertek li hember vê bûyerê zêde dibin. Ji bo bûyerên ku li girtîgehê hatiye jiyan kirin lêpirsîn hatiye despêkirin lê li aliyê din bertekê jinan ya li hember vê bûyerê zêde dibin. Li ser navê Navenda Jiyana Jinê Rojîn,Civakzan Alev Şahîn daxûyanî da û banga hişyar bûnê li hember van bûyerên kirêt kir.
Ji bo 3'ê jinên ciwan yê ku temenê wan 18'e salî, bi hinceta ducanî ne di hucreyan de tên girtin. Li ser vê yekê jî bertek li hember vê bûyerê zêde dibin. Di heman demê de ji bo vê bûyerê Navenda Jiyana Jinê Rojîn ya Wanê li ber navendê daxûyaniyek da. Li ser navê saziyê Civakzan Alev Şahîn axivî û diyar kir ku, ewê li hember şîdet,tecevûz û teciz kirinê dê her dem têkoşînê bidin. Her wiha di daxûyaniyê de,Alev dest nişan kir ku polîtîkayê dewletê li hember jin ne hatiye guhatin û li cihê ku şert û mercên girtîgehê bên baş kirin her ku diçe xirabtir dibe. Di heman demê de li bine van gotinê xwe jî xêzkir û wiha bi lêv kir,girtîgeh ziviriye qadên istismara jin û zarokan. Buyerên ku li girtîgeha Şakranê hatiye jiyan kirin îhlalê mafên mirovahî li Tirkiyê di kîjan astê deye radixe ber çavan. Di dawiya daxûyaniyê de Alev got: " Banga hişyar bûnê li hemû mirovên xûdî vîjdan dikim ku li hember vê bûyera kirêt têbikoşin."
Daxûyani bi çepik û şermezar kirina bûyerê bi dawî hat.
(rc)
