Li Qelqeliyê mirona zarokek keç ya bi guman
13:37
Nîsan
28
/ 2015
JINHA
WAN – Li taxa Hespêstan a navçeya Qelqeliyê zaroka bi navê Asli Ebînç (15) a bi malbata xwe re dijiya hate îdiakirin ku “întixar” kiriye.
Li taxa Hespêstan a navçeya Qelqeliyê ya Wanê zaroka bi navê Asli Ebînç (15) a bi malbata xwe re dijiya li malê bi awayeke mirî hate dîtin. Cenazeyê Asli ji aliyê leşker û dozger hate taxê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Piştre jî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.
Piştî otopsiyê cenazeyê Asli hat definkirin.
(zt)
