Girtiya siyasi Qedriye Qadirî ji ber mercên giran yên girtîgehê hefteyeke di gireva birçîbûnê dene
14:23
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Qedriye Qadirî ya 25 salî ji ber rewşa girtîgehê ya xirab û îskenca li wê tê kirin dest bi greva birçîbûnê kir. Her ku diçe rewşa tendirûstiya Qedriye ya ku hefteyeke di gireva biçîbûnê dene xirabtir dibe.
Li Îranê rewşa girtiyên siyasî bi giştî xirabe û tayîbetî jî rewşa tendirûstiya gelek girtiyên siyasî ber bi xirabûnê ve diçin. Girtî tevî hemû nexweşiyan jî nayên derman kirin. Yek ji wan jî girtiyên siyasî a kurd Qedriye Qadirî ya 25 saliye. Qedriye ji ber rewşa tendirûstiya xwe ya xirab, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Greva birçîbunê ya Qedriye di roja 6'an de berdewam dike. Li gor agahiyên Kampanya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, girtiya siyasî Qedriye Qadirî ji ber xistine li gel kesên asayî û ne siyasî, herwiha destûr nedane ligel malbata xwe hevdîtinê bike; ji roja 23'ê yê nîsanê ve li Girtîgeha Yasucî ya Îranê dest bi grevê kiriye. Hîna ji bo daxwazên wê ji aliyê girtîgehê ve ti hewildan nîne û gireva birçîbûnê ya Qedriye di roja 6'an de berdewam dike. Girtiya siyasî Qedriye Qadirî dema hatî girtin xistin hucreya yek kesî. Di encama lêpirsînê de li Girtîgeha Yasuc rastî nexweşiya guh êşê, serêşiya giran û sorbûna dest hatiye.
Qedriye Qadirî kiye?
Qedriye Qadirî ji bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Di bihara sala 2011’an de li bajarê Urmiyê hat girtin û birin girtîgeha navendi ya Urmiyê. Qedriye bi endambûna PKK’ê hat tewanbarkirn û 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li dadgeha temîzê jî cezayê wê daxistin 7 sal û ji Urmiyê birin Girtîgeha Yasuc.
Greva birçîbûnê ya Qedriye Qadirî heftiyek li pey xwe hişt.
(zt)
