Heta dad bê dîtin...

10:03

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Dayiyêkê Şemiyê yên Cizîrê ku her hefte di çalakiya xwe de çîroka windayekê vedibêjin tenê daxwaza wan qatîlên zarokên wan derkevin pêş dadgehê û bên darezandin e. Dayika bi navê Kewzê Uytun 6 sale li failê kurê xwe yê 18 mehî ku li ber singa wê hat kuştin digere. Dayîka Hatice jî 21 salin failên keça xwe ya ku dema hat qetilkirin du canî bû digere. Dayîkan diyar kirin ku heya dad bê dîtin ewê çalakiyên xwe yên dadweriyê bidomînin.

Dayîkên Şemiyê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Kolana Hunerê ya Cizîrê her roja şemiyê çiroka zarokek xwe yê winda vedibêjin. Carnan çiroka zarokek 3 salî, carnanan cîroka jinek du canî û carnan jî çîroka ciwanek ne gihayî tê vegotin. Çiroka her kesekî ji hev Cudaye lê tiştê ku her hefte van dayikan tîne cem hev şewitandina kezeban û failên nediyarin. Xizmên wan kesên ku failê wan ne diyarin li Cizîrê çalakiya xwe di hefteya 331'emîn de jî dewam kirin. Hatice Îregur û Kewzê Uytun ji wan dayikên ku bi biryardariyek mezin li failê zarokê xwe digerin û her hefte daxwaza edaletê dikin. Dayika bi navê Kewzê 6 sale li failê kurê xwe yê 18 mehî ku li ber singa wê hat kuştin digere. Dayika Hatice jî 21 salin li failên keça xwe ya ku dema hat qetilkirin du canî bû digere. Dayik dibêjin ku ew tenê dixwazin kujerê zarokê wan hesab bidin.

'Qatîlê me diyare'

Mehmet Uytun di 9 Cotmeha 2009'an de bi guleya gazê ya polîsan birindar bû û piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da. Dayîka Mehmet ê 18 mehî hatî qetilkirin Kewzê wiha qala qetilkirina kurê xwe dike: "Berî niha 6 salan dema ku li taxa me çalakiyên protestokirina qomploya 9'ê Cotmehê ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan habûn, min jî hinek kinc birin ser ban dan ber hewayê. Paşê ez vegeriyam xarê Mehmet ber bi derîncên ban bi çarlepan hildikişe. Min mehmet ê xwe rakir da milê xwe, pir derbas nebû min dît serê wî ket ser milê min. Bombeya gazê li kurê min ket. Ji xwe ew bombo gazê ji bo kuştina min û kurê min hat avêtin û li kurê min ket."

'Zarokên kevir avêtine di girtîgehan denin qatîl jî serbestin'

Kewzê diyar kir ku hîn jî kujerê kurê wê derneketine holê û wiha dibêje: "Kujerê me dîyare em herin li Dadgeha Ewrupayê jî derkevin em xwe bê deng nakin. Kurê min hîn şîrê dayika xwe dixwar kurê min bi çuk bû. Ma qey kurê min jî çubû çalakiya çubû meşan? ew biçuk û li ber milê min bû. Ez deweciyê îmana wan im ji bo kurê min 20 milyar tazminat didin ma qey em hewceyê 20 milyarê wan in" Kewzê bertek nîşanî gotinên dewletê yên weke "Kusura diya wi jî tê de heye divê wî dernexistina balkonê" da û diyar kir ku ji xwe balkona mala min tûne ye dewlet şuna ku hesab bide me sucdar dike û wiha pêde çu: "Cihê ku kurê min lê hatibû kuştin ber derê min e. Ez mecburim di wir de herim û bêm." Kewzê da zanîn ku ew ji doza xwe venagerin û dê doza xwe bibe Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê. Kewzê desnîşan kir ku ew roja ku kurê wê birîndar buye mala wan tije bîna gazê bûye û ew şev wan nikaribiye ji ber vê yekê li mala xwe razên.

'Min navê zarokek xwe yê din kir Mehmet'

Kewzê bi lêv kir ku zarokek ku kevirek jî davêje dikeve girtîgehê lê kesê mirovan dikujin nayên girtin û ev tişt xwest: "Ez tenê dixwazim kesê ku kurê min kuştiye bila bê ceza kirin." Dayika Kewzê piştî ku kurê wê Mehmet tê kuştin zarokek din yê wê tê dinê û navî wî jî dike Mehmet. Kewzê dide zanîn kezaba wê pir şewitiye wê jî loma navê kurê xwe yê din jî kiriye Mehmet Kewzê got ku ji hinga kurê wê hatiyê kujtin ne weka berê ye û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ez dema radibîm piya gêj dibim. Ez hero nexweşim. Ez dewa ti tiştek nakim ez dixwazim bibînim kujerê kurê min ket girtîgehê."

'Heta dilopek xwîn di canê min de hebe ezê li pê doza keça xwebim'

Yek ji Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê jî Dayîka Hatice îregûr ya ku gelek kesên ji malbata wê hatine windakirine. Keça Hatîce Leyla Îregûr ya ku dema ducanîbûye li gundê Şaxê yê Cizîrê bi îskencê hatiye qetilkirin. Hatîce wiha behsa hetilkirina keça xwe Leyla û xizmên xwe yên dinê dike: "Keça min piştî ku zewicî li gundê Şaxê dijiya. Tiyê wê di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dide, li mala wan taziye hebû. Bûka min Selamet İregür û zaroka xwe ya biçuk ku hîn nav lê nekirî û keça min Leyla İregür hevserê Leyla Ahmet Geran tev di malê de bûn. Balefirên şer hatin 8 caran gundê wan gulebaran kirin û xaniyê wan bi temamî ser wan de anîn xwarê. Hemû mirovên di xanî de jiyana xwe ji dest dan."

Hatîce piştî ku dibihîze keça wê hatiye kuştin ew hevserê xwe Nuredîn didin rê û diçin gund wê demê gelek derfetên wan tine ne loma jî bi lingan diçin. Hatice destnîşan kir ku gundiyan keça wê û malbata wê ji binê axê derxistine û şuştine lê ji tirsa ku disa balefir gund bombebaran bike wan nesipartine axê û wiha pêde diçe: "Ji tirsa balefirên şer dêbên gund gulebaran bikin û qirkirinek dinê jî bike gundiyan nedikarî cenazê keça min, malbata wê û gundiyên wan li erdê man. Paşê gerilla hatin ew birin li şehîdliga xwe defin kirin." Hatîce diyar kir ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe dê li pê doza xwebin û wiha dewam kir: "Em bi vî halê xwe jî dibêjin aşîtî. Em naxwazin êdî zarokê tu kesî werin kuştin."

'Birayê min Mehmet jî hat qetilkirin'

Hatîce derbirî ku wê heta vî emrê xwe tu xweşî ji xwera nedîtiye û ji xeynî vê bûyerê birayê wê Mheme Îneç jî di failên kiriyar nediyar de hatiye qetilkirin û wiha pêde çu: "Birayê min dewlet jê ne digeriya ew jî mecbur ma mala xwe bir Mêrsînê. Piştî çu Mêrsînê jî carnan dihat Cizîrê rojekê diçu yazîxana xwe texsîya jîtemê tê pêşiya wî û wî digirin. Naxwaze têkeve erebê ev dibin tînin heta carcurê di bedena wî de vala dikin." Hatîce di dawiya axadtina xwe de dibêje ku wan pir kişandiye û ew êdî naxwazin dilê tu dayikî bi şewite.

(ma/zt)