Bernameya Konferansa ji nûve avakirina Kobanê diyar bû

10:42

JINHA

AMED - Bernameya konferansê bi şîara ' Ji nûve avakirina Kobanê xwedî li nirxên mirovahî derketine' ya ku dê di 2-3'ê yê gulanê li Amedê were li darxistin hate eşkere kirin.

Bernameya Konferasê bi şiara 'Ji nûve avakirina Kobanê xwedî li nirxên mirovahî derketine' ya ku dê di 2-3'ê yê gulanê li Amedê were li darxistin diyar bû. Konferansa ku, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan û saziyên wek Kongreya Civaka Demokratîk mala avahiya wê lê dikin dê li Navenda Çand û Hûner ya Cigerxwînê a Amedê were li darxistin. Konferansa ku bi beşdarbûna 350 delegeyan ve wê pêk were, Rêxistina Navnetewî ya Af, bişîk û Rojnamegerên ku sînor nasnakin saziyên navnetewî jî wê beşdar bibin. Konferansa k udu roj berdawam bike dê bi axaftina vekirinê destpêbike. Di konferansê de dê hevşaradarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anlı, hevşaradarê Kantona Kobanê Enver Mûslîm, hevşaredarê DTK'a yê Hatîp Dîcle, hevşaredara PYD'ê Asya Abdullah li ser ji nûve avakirina Kobanê axaftin bikin.
Piştî axaftina vekirinê dê belgeselek li ser pêvajoya dîrokî ya Kobanê bê temaşe kirin. Dê rûniştinek derbarê şerê li Kobanê hem di warê siyasî de hem jî di warê civakî de be. Dê roja despêkê ji çapameniyê re girtî berdawam bike. Di roja duyem ya konferansê de dê li ser rewşa fizîkî ya Kobanê û ji nûve avakirina wê nîqaş pêşbixin. Piştî nîqaşan dê biryar û pêşniyar werin werin girtin.

Beyannameya ancamê ya konferansa ku dê du rojan bidome, bi raya giştî re were parkirin.

(rc)