Şewqa Jinên bi Fes ên Erxevanî ya daye objektîfê

12:49

 


Sultan KILIÇ / JINHA


MELETÎ – Di vekirina Rojên Erxevanê ya di çarçoveya çalakiyên 'Hewaya Memleket’ de hat lidarxistin de, wêneyên Jinên bi Fes ên Erxevanî hatin pêşandan. Hûnermendê Wêneyê Riza Parlak anî ziman ku bi salan li gundên Erxevanê geriyaye, wêne kişandiye, di vê pêşangehê de jî, portreyên jinên fesî aniye cem hev.


Malatya Park AVM, Şaredariya Erxevanê, Weqfa Perwerdehî û Çandê ya Erxevanê, Komeleyên Gundên Erxevanê, Komeleya Erxevaniyan a Enqerê û Komeleya Erxevaniyan a Almanyayê bi hev re, çalakiyên ‘Hewaya Memleket’ li dar xist. Armanca çalakiyê, danasîna navçeyan e. Di çarçoveya vê çalakiyê de, Rojên Erxevanê destpê kir û pêşengeha wêneyan hat vekirin. Klamên Erxevanê jî li qada çalakiyan a Malatya Park de hatin gotin.


Pêşengeha ku li qada duyemîn a Malatya Park hat vekirin, ji 50 wêneyan pêk hat.  Hûnermendê Wêneyê Riza Parlak anî ziman ku bi salan li gundên Erxevanê geriyaye, wêneyên mijaren cuda cuda kişandiye, di vê pêşangehê de jî, portreyên jinên fesî aniye cem hev.


Pêşengeh rastî eleqeya mezin hat. Gelek kesan wêne pir ecibandin. Riza Parlak jî, ji wan re behsa mijar, armanc û wateya portreyan kir. Riza got ku bi rêya portreyan, cilên kevneşopî yên jinên erxevanî bi dîtbarî tê kirin, nirxên çandî hê ku wenda nebûne, ji nifşên nû re tên ragihandin.


 


Wêne: Sultan KILIÇ


(sk/hp/ho)