Li Êlihê jina ku nîşana serkeftinê kir hat darbkirin û binçavkirin
18:12
JINHA
ÊLIH - Li Êlihê jina Serokomar Erdogan ê ku hatî Êlihê protesto kir ji aliyê parêzvanên Erdogan ve hate darpkirin û girtin.
Jina ciwan a ku hat zanîn 18 salî di dema Serokomar Erdogan ji bo tevlî hin bernameyan bibe hate Êlihê li serê nîşaneya serkeftinê kir ji aliyê parêzvanên Erdogan ve hate darpkirin. Erdogan piştî bernameya vekirinê ji bo tevlî sersaxiyê kurê Wekîlê AKP'ê yê berê Nezîr Nasiroglu yê ku çend roj berê di lokala AKP'ê de hate kuştin çû. Dema konvoya Erdogan derbas dibe jina nîşaneya serkeftinê kir ji aliyê parêzvanan ve hate darpkirin. Bûyera li ber xwaringehekê pêk hat piştî darpê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Jina ciwan a hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.
(zt)
