Zinarên Halvoriyê, qêrîna bêdeng a jinên Dêrsimî ye
10:20
Zehra DOGAN
DÊRSIM – Şahidê Komkujiya Dêrsimê Apê Hesen ku wehşeta sala 1938’an bi çavên serê xwe dîtiye, dibêje ku “Dengê singûyan ku li sîngê jinan diketin, hê jî di guhê min de ye. Nekarî ji bîr bikim. Jinên ducanî dikuştin, zikê wan diqelaştin, zarokên tê de bi nizeyan jê derdixistin û mîna madalyonê berjor dikirin. Em hê zarok bûn. Dev û pozê me di nav xwînê de dima û me ew temaşe dikirin.” Kemal Tulga ku êşeke din a Dêrsimê tîne ziman jî behsa jinên Dêrsimî ku li hemberî destdirêjî û zextan xwe ji zinarên Holvoriyê davêtin çemê Mûnzûre, dike. Bi gotinen “Ev hovîtî dê tu car neyên jibîrkirin” balê dikşîne ser şopên komkujiyê.
Li Dêrsimê, di sala 1936’an de ji bo serdestiya dewletê were esehîkirin, ji aliyê artêşê ve herekatek hat destpêkirin. Di encama vê herekatê de, ji 13 hezarî zêdetir kesên li herêmê rûdiniştin, hatin kuştin. Xelkê ku li hemberî valakirina herêmê li ber xwe da, bedêlên mezin dan. Xwîn diherikî ji avên çemên erdnîgariyê. Çemê Laçê jî bi salan bi xwîn herikî. Li jora wê jî, jinên ku li hemberî destdirêjiya leşkeran nekarî liberxwe bidin, xwe avêtin çemên kûr. Çemê Laçê, bi salan şahediya bêdeng a zilmê kir. Bi operasyona Dêrsimê piştre 12 hezar kes ji neçarî koçber bûn. Gelê Dêrsimê, parî piçik kirin û sirgûnî deverên ku berê qet nedîtine, nebihîstine û nizanibûne, kirin. Gelê Dêrsimê ber bi erdnîgariyeke ku qet pê nizanibû ve, bê veger hat oxirkirin. Bi rastî, sala êş û elema miletek e Dêrsim û sala 1938’an.
Dewlet ji Çemê Laçê re dibêje ‘Çemê Leş’
Kemal Tulga, tîne ziman ku Çemê Laçê di sala 1938’an de bi mehan xwîn herikiye û cesed ji zinaran ber biç em ve hatine avêtin, lewma dewlet navê “Çemê Leş” li vî çema dike. Kemal diyar dike ku merivên çi zilmê reviyane, xwe spartine şkeftan, malbatên ku leşkeran çavên xwe ji ser wan veneqetandiye, di şkeftan de jî hatine girtin û gulebarankirin. Kemal wiha berdewam dike: “Li herêmên Demenan û Heydaran, gulebaran çêbûn. Sedema xelasbûna çend kesan a ji van guleberanan, Seyît Elîye. Ji ber ku Seyît Elî xwe gihandiye ser girê ku gulebaran lê çêbûye, tivingê bê tesîr kiriye. Lê ji aliyê leşkerek ve hatiye kuştin. Piştî mirina Seyît Elî, gotina ‘me mifteya çiyayan wenda kir’ destpê kiriye.”
‘Jinan xwe ji Zinarên Halvoriyê avêtin Mûnzûrê’
Kemal, êş û elemeke din a Dêrsimê jî tîne ziman. Kemal behsa jinên Dêrsimî ku li hemberî destdirêjî û zextan xwe ji zinarên Holvoriyê davêtin çemê Mûnzûre, dike. Gotinên “Ev hovîtî dê tu car neyên jibîrkirin” tîne ziman û wiha dibêje: “Heta sala 1946’an li Dêrsimê ne serhildan, berxwedanek didome. Serhildan, awayeke têgihîştina dewletê ya êrîşkirinê ye. Gotineke ku bi zanebûn hatiye gotin e. Dema ku rojeke qêrîna şahidên bêdeng bibe hêrs, dê tarîtiyan biçirîne. Û ev hêvî dê bidome, heta ku bibe dengê hemû merivên mezlûm.”
‘Sûcdarê herî mezin ê Dêrsimê Mustafa Kemal e’
Ji eşîra Demenan Alî Yurtsever ku neviyê Xidirpedez e, Berxwedana Dêrsimê ji kalê xwe bihîstiye. Alî dibêje ku Eşîra Demenan di sala 38’an de ji ber ku tirsiyaye, reviyaye, xwe spartiye çiya û piştî demeke kin jî hatiye qefaltin. Alî bi van gotinan behsa hovîtiya wê demê dike: “Serê kalê min Xidirpelez jê kirine, bi pişta hespê ve girêdane. Kurên wî, Huseyîn û Alî xwestine ku birevin. Lê yek ji apên min birîndar girtine û wî anîne Çiyayê Zel. Hûr û rodiyên apê min rijiyane. Serbazeke, xwîşka min a mezin girtiye ba xwe. Ji ber ku xwîşka min pir giriyaye, dîsa teslîmî malbatê kirine.” Alî destnîşan dike ku Pireya Mazgêrtê jî, yek ji van deverên ku hovîtî lê qewimîn e, bi qetilkirina jinan dest bi komkujiyê kirine, destpêkê jinên ducanî kuştine. Alî tîne ziman ku armanca vê komkujiyê, ‘qirkirin’ e, singûkirina zikên jinên ducanî û kuştina zarokên di zikê dayîka xwe de, piştre jî kuştina dayîkê jî, vê yekê nîşan dide. Alî, axaftina xwe bi van gotinan didomîne: “Sûcdarê herî mezin ê li vir, Mustafa Kemal e. Ji malbata min 4 kes hatin kuştin. Ji qirnê malbata min, tenê kalê min sax ma. Qira me anîn. Yên ku ev komkujî pêk anîne, divê werin vê derê û ji me gelek lêborîn bixwazin. Em doza pere nakin. Em naxwazin ku careke din ev tişt biqewimin.”
‘Armanca wan qirkirina me bû!’
Yek ji şahidên Komkujiya Mezin a Dêrsimê jî, Hasan Yalniz e. Hasan destnîşan dike ku di sala 1936’an de hê zarokek 12 salî bûye û di nav komên cesedan de bi rojan xwe veşartiye, bi vî awayî ji komkujiyê xelas bûye. Apê Hasan tiştên hatine serê wî, bi van gotinan tîne ziman:
“Di sala 1936’an de, em li Çemê Kutu bûn. Rojeke ji rojên biharê bû. Hatin û ji me re gotin ‘eşîrên Demenan û Heydaran tên sirgûnkirin. Fevzî Çakmak hat Dêrsimê. Ji bo Eşîra Demenan got ku ‘Eşîra Demenan eşîreke esîl e. Agahiyên der barê dîroka vana de, li Şamê ne. Divê tavilê ev eşîr bê qirkirin.’ Em 3.500 kes bûn û payîz bû. Pelên salnameyê digotin îro 5’ê meha 8’an e. Ew roj mîna duh di bîra min de ne. Hatin û ji me re gotin ‘Derbe destpê kir û em ê we bibin. Ji nav nivînên xwe dernekevin. Hikûmat hat û ew ê we kontrol bike.’ Me wê çaxê fam kir ku ew ê bên û me sirgûn bikin. Hê nebû sibe, destpêkê mangayek leşker hat û heta nîvro leşkeran em dorpêç kirin. Wek dewaran em sirgûn kirin. Gotin ‘em ê destpêkê we bişînin Kalanê, piştre jî bişînin bajarên din’. Em ji wir birin Marçîkê û li wir kom kirin. Mêran bi hev ve girê dan. Ew merivê piştî Ataturk, em qir kirin. Alîkarê wî hat vê derê û em qir kirin. Me sedema wê fam nekir. Me got ku ‘me tiştek bi hikûmatê nekiriye, me dizî nekiriye. Ola me yek e. Çima hûn me cuda dibînin? Hezretî Elî û Hezretî Mihemed xizmên hev in. Hûn çima li me wiha dikin? Çima hûn me dikujin?’ Mareşal Fevzî Çakmak em qir kirin. Bişev stêrk hebûn li asûman. Zikê jinan singû dikirin, zarokên wan derdixistin, bi serê singûyan ve dikirin û radikirin hewayê. Çend jin reviyan, çûn çiya. Piştre zilaman kuştin. Sedema ku ji jinan dest bi qirkirinê kirin, qirkirina me bû. Çend kesan liberxwe nedan û mirin. Piştre miriyan kom dikirin û bi serê qenceyan ve dikirin. Leşker her roj dihatin, digotin ka kes sax maye an na, li dengê nefesan guhdarî dikirin.”
‘Dêrsim piştî operasyonê bû Tuncelî’
Apê Hasan diyar dike ku leşkeran piştre dema ew bi saxî bidest dixistin jî, dişewitandin û wiha didomîne: “Leşkeran devê tenekeyê vekirin, tişteke avî li me kirin. Me berê, xaz nedîtibû, tu nabêjî benzînê bi me de kirine. Agir avêtin ser me. Asûman bû alav û agir. Çend kes reviyan. Lê yên mayî, şewitîn û mirin. Dema em direviyan, li dû me dihatin. Yên ku di rê de dihatin qefaltin, dihatin kuştin. Dengê singûyan ku li sîngê jinan diketin, hê jî di guhê min de ye. Nekarî ji bîr bikim. Em hê zarok bûn. Dev û pozê me di nav xwînê de dima û me ew temaşe dikirin. Pismamê min birîndar bû, milekî wî jê bû. Tenê parçeyek hindik pê ve mabû. Min jê re got ‘Were ez parçeyê mayî yê milê te jêkim, bila li te nebe giranî’, lê nexwest. Bifikire ku milê wî jêbûye, lê nedigiriya. Leşkerên ku li dû me hatin, gule berî me dan. Serê min û çoka min bi van guleyan birîndar bûn. Bi rojan, min xwe di nav ava Mûnzûrê ya diherikî de veşart û reviyam. Ew roj hê jî di bîra min de ne. Meraqa min, tenê yên hatin qirkirin bû. Ez dixwazim bizanibim ka çima em kuştin…” Apê Hasan dide zanîn ku erdnîgariya Dêrsimê ku berê bi navê Mamekî, Kalan dihat zanîn, piştî operasyona ku hat lidarxistin, navê Tuncelî girtiye.
Elîf Yuksel a 110 salî ku di dema Komkujiya Dêrsimê de bûk bûye, tîne ziman ku êş û jana wan rojan, hê jî di dilê wê de ye. Dayîka Elîf dide zanîn ku beriya komkujiyê mal û milkê wan hebûye, lê piştre di destê wan de tiştek nemaye. Dayîka Elîf dibêje ku “Me li van erdnîgariyan, têkoşîna jiyaneke ku me pê nizanibû, da. Bi rastî tiştekî ku ez vebêjim tune. Jixwe her tişt li holê ye.”
Wêne – Kamera: Zehra DOGAN
(zd/gk/hp/ho)

