Jina ji ber nîşana serkeftinê kir hatî girtin hat berdan
15:32
JINHA
ÊLIH - Li Êlihê, jina ku ji ber nîşaneya serketinê kir ji aliyê parêzvanên Serokkomar Erdogan ve bi lêdanê hat binçavkirin, serbest hat berdan.
Duh li Êlihê, jineke ciwan li pêşberî konvoya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan nîşaneya serketinê kir, lê ji aliyê parêzvanên Erdogan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Jina ciwan a li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê dihat ragirtin, piştî wergirtina îfadeya wê serbest hat berdan. Jina ciwan ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku polîsan jê pirsîne çima li hemberî konvoya Serokkomar nîşaneya serketinê kiriye û wê jî destnîşan kiriye ku nîşaneya serketinê nîşaneyeke gerdûnî ye, ev yek ne sûceke.
(zt)
