Ersel Gul demba ku di xewdebû ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
15:33
JINHA
EDÎRNE – Li navçeya Keşanê zilamê bi navê Gokhan Ferît Gul, hevsera xwe Ersel Gul qetil kir. Ferît ê ku xwest kurê xwe jî bikuje li navenda gund hewl da xwe jî bikuje.
Li gundê Pirnar a bi sen navçeya Keşanê ya Edîrneyê Gokhat Ferît Gul (32) hevsera xwe Ersel Gul dema ku di xew de bû qetil kir. Piştre jî xwest kurê xwe yê 8 salî jî bikuje lê ji aliyê bavê xwe ve hate rawestandin. Ferît piştre çû navenda gund û bi çekê xwest xwe jî bikuje. Ferît ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê. Cenazeyê Ersel Gul jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Hat ezanîn ku Gokhan Ferît Gul berê jî malbata xwe bi kuştinê tehdîd kiriye û ji ber vê yekê jî hevsera wî Ersel Gul meheke li cem malabata xwe ya li gundê Kurtbeyê û beriya demeke vegeriya ye.
(zt)
