Platforma Înşaya Kobanê: Emê di nava hemû karande cih bigrin

10:40

JINHA

AMED - Di derbarê xebatên Platforma Înşakirina Kobanê ya ku navenda wê li Enqere ye Hande Karahan û Hêvî Sermes agahî dan û diyar kirin ku, ewê tevlî hemû xebatan bibin.

Bi aramanca ji nûve avakirina Kobanê konferansa ku bi dûrişmeya "Kobanê ji nûve înşa kirin, xwedî li nirxên mirovahî derketine" li Amedê pêkhat. Endama Platforma Înşaya Kobanê Hande Karahan derbara Konferansa ku du roj dewam kiriye û biryarên bi hêz di navde hatiye girtin daxuyanî da. Hande da zanîn, piştî Kobanê ji çeteyan hatiye paqij kirin ew vê Platformê inşaya Kobanê avakirine û diyar kir ku navenda vê platformê jî li Enqereyê ye,lê li Stenbol, Mugla, Edenê, Mêrsîn, Bismil, Êlih û Amedê rêxistina xwe avakiriye. Her wiha Hande da zanîn ku piştî 12'ê Adarê li Amedê ew civîn li dar xistbûn û di civînê de komên xebatê avakirine. Hande bal kişand ser Projeya Ekolojiya Kobanê ya ku hatiye avakirin û bi lêvkir ev proje ji bo Rojava pêşnumeyek girînge. Hande diyar kir ku, di çerçoveya perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên di derbarê jiyana ekolojiyê de ew esas girtine û xebatên xwe li ser vê bingehê didin avakirin.

Meclîsên plansazên bajêr endezyar-Bînasaz dê werin avakirin

Hande destnîşan kir ku, di çerçoveya paradigmaya jiyana komînala aborî de, dê qadên perwerdehî, bînasazî, tenduristî û her weke din qadên jiyanê yên cûda avabikin û wiha dom kir: "Di civîna 22 Adarê de, ji bo vekirina korîdora alîkariyê ya mirovahiyê û heremên ku bombe lê hatine bi cih kirin werin paqij kirin me nîqaş dan meşandin. Di encama van nîqaşan de li Enqerê bi gelek dam û dezgah û bi saziyên STK'a re me hevdîtin pêkanîn. Ji bona ku em van mijaran bi raya giştîre parve bikin xebatên me pêşketin." Hande diyar kir ku, ew hewil didin li Enqerê û Stenbolê meclîsên plansaziyên bajêr endezyar û bînasazî avabikin û dê xebata înşakirina Kobanê li ser meclîsa ku were avakirin rêve biçe.

'Emê di hemû xebatan de cih bigrin'

Hande destnîşan kir ku, di çerçoveya plansazî û biryarên ku ji konferansê derbikevin dê xebatên wan jî hêsan bike û dê taybetiyek xebatê derbikeve holê. Her wiha Hande diyar kir ku, karkerên înşaatê ya Enqerê hewil didin li Kobanê avahiyek ji bo tenduristiyê avabikin, Oda projeya endezyar û bînasazên Stenbolê vê xebatê girtiye ser milên xwe û dan zanîn ku dê 2-3'ê Gulanê vê kom xebatê bidin meşandin. Her wiha Hande da zanîn ku ewê di nava vê xebatê de bi awayek aktîf cihê xwe bigrin.

'Ji bo Kobanê û Rojava me butçe temîn kir'

Endama Platforma Înşaya Kobanê Hêvî Sermest da zanîn ku, ew piştî Kobanê ji çeteyan hatiye paqij kirin tevî vê xebatê bûye. Hêvî diyar kir ku, ji bo xebatên înşa kirina Kobanê bi awayek lezgîn rêve biçe ew komîsyonên cur be cur avakirine û wiha dom kir: " Dervî komîsyonên ragihîner û teknîkê komîsyonên cuda jî me avakiriye. Komîsyonên şahî bi konser dayînê û hinek malzeme me amade kirin û firotinê bi vî awayî me butçe ji bo Kobanê û Rojava temin kir. Komîsyonên me yên ragihîner jî bi dam û dezgahên cûda re hevdîtinan ji bo alîkariyê dikin, heya niha jî encamên baş tên girtin."


(rc)