Meryem a 27 sal winda gihişt malbata xwe
13:30
JINHA
SILÊMANIYÊ - Meryem Barosçiyan piştî hesreta 27 salan gihişt malbata xwe.
Li gorî nûçeya nûçegihana Rojnewsê Şehram Hewramî Meryema Barosçiyan ya 27 sal winda gihişt malbata xwe. Nûçeya Şehram wihaye; di dema cinesayîda Helepçeyê de Meryem ya ji heman navçeyê 8 mehî bûye. Di dema kimyabaranê de Meryem winda dibe. Malbata wê tiştek jê ne dizanî. Piştî 27 salan Meryem li gel malbatek Îranî hat dîtin. Li gel testên DNA yê yên Meryemê êdî piştrastkirin ku Meryem ji kijan malbatê ye û bi wî awayî gihişt malbata xwe.
Li Helepçe ji bo dîtina zarokên xwe 51 malbatan serî li Saziya Malbatên Qurbaniyên Kimyabarana Helepçe dane. Malbata Meryem jî yek ji wan malbatan bû ku ticarî hêviya xwe winda nekirin û di dawiyê de Meryema xwe dîtin.
