Ji 234 kesên di 1'ê Gulanê de hatin biçavkirin 20 kes hatin girtin

11:05

Ji 234 kesên di 1'ê Gulanê de hatin biçavkirin 20 kes hatin girtin

JINHA

STENBOL - Di 1'ê Gulanê de karkerên ku xwestin ji bo pîrozbahiyê bikevin Meyîdana Taksimê êrîşî wan kirin, di dema êrîşê de 234 kes hatin binçavkirin. Ji yên hatin binçav kirin 20 kes hatin girtin.

Li porî peyama Komela Hiquqvanên Hemdem ser hesabê xwe yê Twitter ê di derengiya şevê de belavkirî ji 234 kesên hatine binçavkirin 20 kes hatin girtin û wiha hat gotin: "Ji bo ku berxwedêrên hatin girtin serbest bên berdan di aliyê hiquqî de ya pêwîst emê bikin."

Duh ji ber nahêlin parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, parêzeran dema ku xwestin rewşê protesto bikin li ber Saraya Dadê ya Çaglayan ya Stenbolê daxuyanî dibin çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatin. Dema ku xizmên parêzeran jî ji bo ku ji rewşê hayîdar bibin dixwestin bikevin cihê bûyerê ji şideta polîsan nesîbê xwe girtin.

(zt)