Gel operasyona leşkeriya li Qertavînê rawestand
14:17
JINHA
AGIRÎ - Leşkerên tirk di seatên serê sibê de li çiyayê Qertavînê dabû destpêkirin, li ser çûna gel operasyon hat rawestandin.
Leşkerên tirk li gundê Qertavînê yê Tutaxê ya Agiriyê bi 3 helîkopter û 7 wesayîtên zirxî operasyona leşkerî dan destpêkirin, li ser çûna welat,iiyan dawî li operasyonê anîn. Koçerên li herêma sêgoşeya Milazgir, Panos û Tutaxê dimînin dîtin leşker li çiyayê Qertavînê operasyon dane destpêkirin çûn cihê operasyonê. Piştî ku welatiyên Panos û Tutaxê jî agahiya wergirtin, di nava wan de hevşaredar, rêveberên HDP û DBP'ê jî hebûn gelek welatî ber bi cihê operasyonê ve bi rê ketin. Piştî ku welatî gihîştin cihê bûyerê leşkeran dawî li operasyonê anîn û ber bi Milazgirê ve paşve vekişiyan.
Ligel ku operasyon bi dawî bû jî welatî li çiyayê Qertavînê rawestiya ne.
(zt)
