Jinên ku selikê dihunin: Afirandin ranaweste
13:11
Sultan KILIÇ
MELETÎ – Komeleya Jinên Teşebuskar a Yeşîlyurt, ji bo çanda gel a li Meletî bijî û bê naskirin, qurs dide jinan. Navçeya Çirmixti, navê xwe ji ermenkî girtiye. Wateya Çirmixtiyê, ‘Gozeya Avê’ ye. Qursên komeleyê, rastî eleqeyeke mezin tên. Perwerdekar dibêje "Min bawer nedikir ku ji roja destpêkê de evqas bipêş bikevin. Jêhatîbûna jinên Çirmixtiliyê, ez matmayî kirim. Jin gelek bikêr in”, jin jî bi xwe bawerbûnê, bi gotinên "Ev dê nebe qursa me ya dawî. Yek diqede, yek din destpê dike” tînin ziman.
Çirmixti, navçeyeke şîrîn a Meletî ye. Navê xwe, ji ermenkî stendiye. Wateya Çirmixtiyê, bi zimanê ermenkî ‘Gozeya Avê’ ye. Endamên Komeleya Jinên Teşebuskar a Yeşîlyurt ku li Navçeya Çirmixti (Yeşîlyurt) a Meletî hatiye avakirin, bi gaveke mînak ku avêtin, wateya rastî ya navçeyê dîsa dan wê. Jinên Çirmixtiyê, kincên gelêrî û kevneşopî yên çanda herêma Meletî nîşan didin, li fîgurên Xwişka Acet û Xalê Hemdî kirin. Jin, niha jî bi hewldanên xwe yên hunandina selikan, gaveke nû yê mînak davêjin. Li gorî agahiyên ku me ji Seroka Komeleya Jinên Teşebuskar a Yeşîlyurtê Refîka Uçar girtin, 23 jin tevlî qursê dibin. Qursa ku dê 11 rojan bidome, projeyek ji aliyê SODES’ê ve bi tevkariyên Midûriyeta Çand û Turîzmê hatiye amadekirin e. Jinên tevlî qursê dibin, rojê 15 TL distînin. Jin dê di dawiya qursê de jî, sertîfîka bistînin. Tiştên ku di hunandina selikan de tên bikaranîn jî, di çarçoveya vê projeyê de, ji aliyê Midûriyeta Çandê ve tên peydakirin.
'Jin gelek bikêr in'
Hostayê hunandina selikan Alî Goksu, ji Konyayê anîne Meletî. Hosta Alî Goksu, diyar kir ku karê wî yê esasî, ajovaniya otobusê yê nav bajêran e. Alî hoste wiha got: “Piştî ku teqawit bûm, min giraniya xwe da ser hunandina selikan. Ez selikan dihunim, hevjîna min jî li bazarê difiroşe. Min hunandina selikan di zarokatiya xwe de, ji qereçiyên ku li taxa me selikan dihunandin hîn kiribû. Piştî ku teqawit bûm, min dest bi hunandina selikan kir. Hemû cure selikan dihunim û her diçe, cureyên wan jî zêde dibin.” Alî hoste, destnîşan kir ku Midûriyeta Çandê ya Meletî bi riya înternetê gihîştiye wî. Alî hoste, anî ziman ku pêşketineke wiha zêde ya hê ji roja destpêkê de, hêvî nekiriye. Alî hoste, diyar kir ku jêhatîbûna jinên Çirmixtiliyê, ew matmayî kiriye û jin gelek bikêr in.
Endama Komeleya Jinên Teşebuskar a Yeşîlyurtê Sevîley Erdemîr jî, destnîşan kir ku ew bi kêfxweşiyek mezin selikan dihunîn in û derbarê karê komeleyê de ev agahî dan: “Hemû kesan jî dît ku karên me destpê kirî, em bi serkeftî dimeşînin. Di şahiya ku dê di 18-22 nîsanê de li Enqereyê bê lidarxistin de, di bin navê Rojên Meletî de ji me re stand tê vekirin. Xwişka Azet û Xalê Hamdî ku nûneriya çanda herêma Meletî dikin, dê minyaturên kincên kevneşopî, bi kompozisyonên hemû jiyanê, raxin ber çavan.” Erdemîr, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku çanda jinên Meletî bidin jiyandin û bidin naskirin. Erdemîr, diyar kir ku jinên Çirmixtiliyê eleqeyek mezin nîşanî qursên destkirê didin. Erdemîr, ev tişt gotin: “Eleqeya jinan a ji qursan re, me jî bi karên komeleyê ve girê dide. Dê qursên me bi dawî nebin. Yek xilas bibe, dê yek din dest pê bike.”
Endama Komeleya Jinên Teşebuskar a Yeşîlyurtê Gulderen Ozcan jî, bal kişand ser zehmetiyên xebatên qurs û destkirê û anî ziman ku serbilindiya serkeftina zehmetiyan jî, ewqas bi qîmet e.
Wêne: Sultan KILIÇ
(sk/hp/ea/xo)

