Jina ciwan Ferînaz ji ber êrîşên mêra xwe ji avahiyê avêt
14:28
JINHA
MUHABAD - Li Rojhilat jina ciwan Ferînaz Xosrowanî ya di nava Hotel a Tara de dixebitî ji ber êrîşên tacîzê xwe ji qata 4'an ya hotelê avêt û jiyana xwe ji dest da.
Jina ciwan Ferînaz Xosrowanî ya 26 salî, li Hotela Tara ya bajarê Muhabatê yê Rojhilatê Kurdistanê dixebitî. Dema ku Ferînaz weke her rojê li Hotelê dest bi kar kiriye di dema kar kirinê de rastî êrîşên tacîzê hatiye. Ferînaz ji ber êrîşê hêzên îstixbaratê yên tacîz û derstdirêjiyê xwe ji qata 4'an ya Hotêla Tara avêt û jiyana xwe ji dest da. Buyera ku li Muhbatê pêkhatiye, bi kamereyên Hotêlê hatiye kêşandin. Li gorî çavkaniyên herêmî tê gotin ku, xwediyê Hotêlê Nadîr Molûdî destê wî di vê buyerê de ye û hemû qeyidên kamerayê ji holê rakiriye.
Hat zanîn ku li ser bûyerê welatiyên bajarê Muhabatê nerazîbûn nîşan dane û diyar kirine eger kesê tawanbar û xwediyê Hotêla Tara neyê dadgeh kirin ewê sibê li ber deriyê Hotêlê çalakî li darbixin. Her wiha tê payîn ku li her derê Kurdistanê ji bo Ferînaz Xosrowanî çalaki were pêkanîn.
(rc)
