Aysel Dogan kemoterapiyê dibîne

15:38

JINHA

ENQERE - Kemoterapiya siyasetmendara kurd Aysel Dogan despêkiriye.

Qasida Aştiyê Aysel Dogan a li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke endama Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê, hatî girtin û 17 sal in di girtîgehê de ye, rewşa wê ya tenduristiyê her xerab dibe. Aysel ku beriya demeke kurt bi nexweşiya penceşêra rehîmê ket û teşhîsa asta 3 a ji 4 astên vê nexweşiyê hat kirin, ji ber helwesta dewletê bi derengî hat teşhîskirin. Ji ber derengmayînê û mercên girtîgehê nexweşiya wê giran bû.

Tevî ku bijîşkan gotin, "Di van şert û mercan de tedawî nabe, divê teqez bê berdan", raporên di vî warî de û biryara dadgeha bilind a du caran binpêkirina maf jî, Aysel nayê berdan. Di şertên girtî de Aysel di nava mercên ragirtinê de kemoterapiyê dibîne.

(zt)