Hawara Botan: Xwendin mirov xweşik dike!

10:11

Hazal PEKER - JINHA


CIZÎR – Ciwanên cizîrî ku şopdarên Kovara Hawar a ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di sala 1932’yan de hatiye weşandin in, dibêjin “Em hemû evîndarên vî zimanî ne” û kovareke bi navê Hawara Botan diweşînin. Heta niha 4 hejmarên kovarê hatine weşandin. Der barê 3 hejmaran de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, biryara berhevkirinê hatiye dayîn. Gerînendeyê Karê Nivîsê yê kovara Hawara Botan Abdurrahman Aşkin, dibêje “Ji ber zextan, me xwe zêdetir berpirsyar dît û nîşan da ku em xebateke çiqas girîng û birûmet dikin.” Slogana kovarê jî, nîşeyeke dîrokî ye: Xwendin mirov xweşik dike!


 


Kovara Hawar a ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di sala 1932’yan de hatiye weşandin, mohra xwe li dîroka kurdan daye. Wekî ji navê kovarê jî bê fêmkirin, Celadet bi  ‘Hawar’ê bang li gelê kurd dikir, banga xwedî derketina li kurdî dikir. Kovara Hawara Botan jî, bi armanca pêşxistin, lêkolînkirin, ronahîkirina çand, erdnîgarî û dîroka kurdî, tê weşandin. Xwediyê Îmtiyazê û Gerînendeyê Karê Nivîsê yê kovara Hawara Botan Adurrahman Aşkin, dibêje “Ji bo qêrîna Celadet a bo kurdî kiriye, piştî salên dirêj em jî bi navê Hawara Botan careke din diqîrin. Li Botanê tu kovar û rojnameyên bi kurdî weşanê dikin, tunene. Em jî, ji bo kurdî bipêşkeve, nivîskar û berhemên nû derkevin ser ruyê erdê, xebat dimeşînin. Em dixwazin diyar bikin ku em hevparên hestên Celadet in.”Kovara Hawara Botan ku bi van hestan dest bi weşanê dike, di sala 2011’an de dighêje destê xwendevanan. Kovara di nav weşanên kurdan de cih girt, heta niha 4 hejmar hatiye weşandin. 3 ji van hejmaran, ji aliyê dozgeriyên Stenbol û Cizîrê ve, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê hatiye kirin’ tê berhevkirin. Abdurrahman Aşkin, dibêje ku “Zextên sîstema heyî yên li hemberî kovarê, heta niha kêm nebûn” û diyar dike ku hincetên biryara berhevkirina Hawara Botan, wekî ‘pêkenokan’ in.


Hejmara 5’an a Hawara Botan derdikeve!


Abdurrahman Aşkin tîne ziman ku xebatkarên kovarê rastî zextan tên û wiha berdewam dike: “Bi biryara berhevkirina hemû hejmarên kovara me re, der barê xebatkaran de jî lêpirsîn hatine destpêkirin. Di encama van lêpirsînan de, derheqê min de, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’, ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve, 15 meh cezayê girtinê hat dayîn. Her wiha xebatkar û nivîskarê kovarê Mesut Candoruk jî, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’, ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi 12 meh cezayê girtinê hate cezakirin.” Abdurrahman Aşkin dide zanîn ku li hemû navçeyên ku ji bo belavkirina Kovara Hawara Botan diçin, Midûriyeta Ewlehiyê wan asteng dike. Abdurrahman Aşkin destnîşan dike ku ji bo di dema belavkirina kovarê de rastî tu pirsgirêkek neyên, ji Dozgeriya Cizîrê her tim destûrname distînin. Abdurrahman Aşkin bi bîr dixe ku herî dawî belavkarê wan li Şirnexê destûrname nîşan dide jî, rastî mudaxaleya polîsan tê. Abdurrahman Aşkin, dibêje “Ji ber zextan, me xwe zêdetir berpirsyar dît û nîşan da ku em xebateke çiqas girîng û birûmet dikin.” Abdurrahman Aşkin, tîne ziman ku kovar li herêma Cizîr û Botanê ji ber ku tekane kovara bi kurdî ye, her tim tê astengkirin û dibêje ku “Hejmara 5’an a kovara me Hawara Botan, heftiya pêş me, dê derkeve.”


Evîndarên kurdî..


Nivîskarê kovarê Mesut Candoruk, diyar dike ku bi sazûmankar û rêveberên Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî re, komeke ji 7 kesan pêk tê ava kirine û kovarê derdixin. Mesut Candoruk dibêje, “Em hemû evîndarên vî zimanî ne” û destnîşan dike ku slogana kovarê jî, “Xwendin mirov xweşik dike” ye. Mesut Candoruk, “Ji ber ku me xwest em mirovan teşwîqî xwendinê bikin, bandora xwendinê ya li ser mirovan vebêjin, me ev slogan bijart.” Mesut Candoruk, dide zanîn ku di prensîbên xwe yên weşanê de, dîroka kurd, ziman, çand û wêjeya kurd a ‘bi salan ji bişawtinê para xwe girtine’ esas digirin. Mesut Candoruk, destnîşan dike ku di her hejmareke Hawara Botan de, mijareke cuda ya lêkolînê dinirxînin.


‘Botan’ ın bütün renkleriyle buluşuyoruz’


Mesut Candoruk dide zanîn ku Hawara Botan kovareke tenê ji bo Cizîrê nîne û wiha didomîne: “Ji ber ku em hemû li Cizîrê dijîn, divê navenda kovarê, Cizîr bûya. Em xebata xwe tenê ji bo Cizîrê nakin. Em xebata xwe ji bo hemû navçe, bajarok û gundên Botanê dikin. Em hemû rengên Botanê parve dikin.” Mesut Candoruk, diyar dike ku eleqeya li hemberî kovarê, her ku diçe zêdetir dibe, ji Stenbol, Êlih, Amed û gelek deverên din aboneyên wan hene. Mesut Candoruk, destnîşan dike ku di nav kesên dixwazin bibin aboneyên Hawara Botan de, girtî û hikumxwar jî hene û tu serlêdaneke abonetiyê, red nakin.


Kovara Hawara Botan herî dawî jî projeyên xwe bi me re parve dike:


“Armanca me ya herî mezin ew e ku em kovara xwe digel hemû zehmetiyan jî, derxin. Em dixwazin li Botanê girseyeke nivîskaran ava bikin.Em dixwazin Hawara Botanli Botanê bighînin her malê. Projeyên me yên ji bo pêşerojê hene. Projeya me ya sereke jî, vekirina weşanxaneyeke û di heman demê de jî radyoyeke kurdî ya bi navê Hawar a li Botanê ye.”


(hp/ho)