Li Sakarya yê mirina jin ya bi guman
12:31
JINHA
SAKARYA - Li navçeya Serdîvan ya Sakarya yê Meryam Altuntaşa 22 salî li mala xwe mirî hat dîtin. Li gel lêkolîna ku hatiye despêkirin cenazeya Meryam ji bo otopsiye rakirin Saziya Tipa Adliya Stenbolê.
Ji ber ku li Tirkiyê polîtîkayên jin bi tu awayî nayê xebitandin û sazî kirin, her roj cîneyet û tundiya ser jin zêde dibe. Di heman demê de duh di saetên şeve de li navçeya Serdîvan ya Sakarya yê Meryam Altuntaşa oryantal li mala xwe bi awayek guman mirî hat dîtin. Li ser agahdar kirina hevalê wê ya mal polis hat cihê buyerê û dest bi lêkolînê kir. Li ser îfadeya hevalê wê, pirsgirêkê Meryam a tendirûstî tuneye û ev mirin bi guman pêkhatiye. Serdozgeriya Komarê ya Sakarya yê ji bo buyera bi guman lêkolîn bidin despêkirin cenazeya Meryam ji bo otopsiye rakirin Saziya Tipa Adliya Stenbolê.
(rc)
