Li Dirbêsiyê Pêşengeha berhemên jinan vedibe
16:32
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Li bajarê Dirbêsiyê dê bi armanca piştgiriya xebatên jinan pêşengeh ji berhemên jinan were vekirin.
Li bajarê Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Cizîra Rojava bi armanca piştgiriya jinan, bi pêşengtiya Destaya Jin dê di 10'ê gulanê de pêşengeh bê vekirin. Pêşengeh dê di salona Navenda çand û Hûnerê ya bajarê Dirbêsiyê were vekirin. Pêşengeha ku bi piştgiriya Partiya Guhartin a Kurdistanê, Partiya Aşîtiya Demokratîk, Yekîtiya Star, Yekîtiya Jinên Siryan û Rêxistina Sara were vekirin, dê piranî hûner û berhemên dest ya jinan têde were amede kirin. Armanca vekirina vê pêşengehê ji bo ku jin ji berhemên ku çêdike sud bigre û di alî aborî de jî bikaribe debara xwe bike.
(rc)
