Li Zonguldak ê şahiya Roja Dayîkan
11:07
JINHA
ZONGULDAK - Li navçeya Eregli ya Zonguldak ê bi boneya Roja Dayîkan şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de Maside Ocak diyar kir ku divê tekoşîna Dayîkên Şemiyê li wan deveran jî berdewam bike.
Şahiya Roja Dayîkan bi pêşengiya Komela Çandê ya Elewiyan ya Eregliyê hat li darxistin. Di şahiyê de ji Dayîkên Şemiyê Hanife Yildiz û Maside Ocalk jî amadebûn. Di panelê de despêkê xwişka Hasan Ocak Maside Ocak mafê axaftinê girt. Maside da zanîn ku birayê wê Hasan dibin çavan de hat windakirin, ev bûyer nû çênbûye. Maside qirkirina ermeniya ya di sala 1915'an de bibîr xist, balkişand ser di tevahiya cîhanê de ceribandinên tekoşîna li hember windayan û got: "Ji bo êdî êşên wiha neyên jiyîn em tekoşînê dikin. Em li dadê digerin. Divê ev tekoşîn li van deran jî bê pêşxistin."
Dayîka Murat Yildiz Hanife Yildiz jî anî ziman ku lawê wê bi destê dewletê hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: "Lê hîna yên lawê min winda kirine nehatine ceza kirin. Berê zarokên me winda dikin, lê niha li nava kolanan qetildikin. Ali Îsmail Korkmaz ji binhişiya me nehatiye sîlkirin. Weke dayîka wî gotî ma zarokên me ewqas erzanin?
Piştî axaftinan sînevizyon hat pêşandan, şano derket û muzîk hat pêxistin. Namzetê HDP'ê yê Zonguldak ê Fahri Bozbaş jî di şahiyê de amadebû.
(zt)
