Li Serdeştê rejîma Îranê êrîşî xwepêşandana gel kir û 15 kes girtin
12:44
JINHA
SERDEŞT - Welatiyên bajarê Serdeştê jî ji bo piştgiriya serhildana Mihabadê daketin qadan û çalakî lidarxistin. Hêzên rejîma Îranê yên parastina tecawîzê dikin êrîşî çalavanan kirin û 15 welatî girtin binçavan.
Ev heftiyeke ji ber bûyera Ferînaz û piştgiriya gelê Mihabadê di serî de li Kurdistan û gelek deverên Rojhilata Navîn û Cîhanê welatî û tayîbetî jî jin di çalakiyan denin. Li gel serhildana bajarê Mihabadê û bajarên din ê rojhilatê Kurdistanê li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Bi dehan welatî ji qada Selahedîn dest bi meşê kirin û nerazîbûna xwe ya li hember rejîma Îranê nîşan dan. Di xwepêşandanê de pankartên ‘Em hemû Ferînazin, Mihabad bi tenê nîne’ hatin rakirin.
Lê belê rejîm Îranê dîsa xwe li çalakiya welatiyên Serdeştê ranegirt û êrîş kir. Di êrîşê de nêzî 15 welatî hatin girtin.
(zt)
