Rêya navnetewî di destê YPG'ê dene

13:14

JINHA

TIL TEMIR – Li Rojavayê Til Temir di encama şer û pevçûnên ku şevêdin di navbera hêzen YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê derketin de, 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navnetewî ya diçe Helebê ket destê YPG’ê. Li herêma Holê jî 6 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA yê şevêdin 35 kîlometre li rojavayê Til Temir li derdora riya navnetewî ya diçe Helebê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encama pevçûnên ku heta derengî dom kir de, 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navnetewî jî ket destê YPG’ê. Derbarê encamên pevçûnan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin. Li herêma Hesekê jî, şer û pevçûnên ku duh li gundê Salihiyê yê dikeve rojavayê bajar destpê kiribûn, hîn dom dikin. Ji ber ku pevçûn berdewam dikin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gundê Um El-Şok ê girêdayî navçeya Hol a Hesekê jî, çeteyên DAIŞ’ê şevê din hewl dan ku êrîşî cihên YPGi’ê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de êrîşa çeteyan hate şikandin û gelek çete hatin kuştin. Ji çeteyên ku hatine kuştin cenazeyên 6’an ketin destê şervanên YPG’ê.

(zt)