Hunermenda Kurd Denîz Deman hat binçavkirin
13:24
JINHA
ŞIRNEX - Hunermenda Kurd Denîz Deman, ji ber dozek lê hatibû vekirin li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.
Hunermenda Kurd Denîz Deman, ji bo tevlî bernameyekê bibe çûbû Başûrê Kurdistanê û di dema vegerê de hat binçavkirin. Denîz a li Deriyê Sînor ê Xabûrê saet di 03:00 de hat binçavkirin, piştî 4 saetan sewqî Edliyeya Silopiyê hat kirin. Hat ragihandin ku Denîz ji ber di pîrozbahiyên Newroza 2015'an li navçeya Kopê ya Mûş sitiran gotiye bi hinceta "Propaganda Rêxistinê" kiriye doz lê hatiye vekirin û ji ber wê hatiye binçavkirin.
Denîz hîna li dozgeriyê îfade dide.
(zt)
