Li Bursayê jinan ji bo Ferînaz çalakî li darxist

11:11

JINHA

BURSA - Jinên Bursayê ji bo Ferînaz Xosrewanî a ku li hember hêzên îstixbarata rêjîma Îranê xwe ji qata çare avêtî û jiyana xwe ji dest daye çalakî li darxist.

Platforma Jinên Bursayê bi armanca şermezar kirina êrîşên hêzên taybet ên rêjîma Îranê, ya li hember jina kurd Ferînaz Xosrewanî çalakî li darxist. Jinên ku rêjîma Îranê û buyerên tecevûzê şermezar kirin, li ber Peykerê kombun û daxuyanî da. Li ser navê Platformê Pinar Aydogan daxuyanî da û diyar kir ku, êrîşên ku li ser jin pêktên êrîşên polîtîkin û pêwîste dawî li van buyerên tecevûzê were dayîn. Pinar bi bîrxist ku, Ferînaz li bajarê Mahabadê li hember êrîşa tecevûzê xwe întîhar kiriye û wiha got: "Rejîma Îranê li şûna ku tewanbaran bigre û ceza bike, li bajêr rewşên awerte îlan kir û êrîşê gel dike. Berxwedana li hember êrîşên qirkirinê ya ku li cîhan û Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin, bu sedema raperîna gelê Mahabadê." Di dawiya daxuyaniyê de Pinar da zanîn ku pêwîste tewanbarê ku êrîşê Ferînazê kiriye bê ceza kirin.

(rc)