Li Îzmirê 9 xwendekar hatin binçavkirin

11:32

JINHA

ÎZMİR- Di serde girtina malan de îro li Îzmirê 9 xwendekar hatin binçavkirin.

Li Îzmirê serêsibê polîsên Mûdîriyeta Emniyetê bi ser mala xwendekarên Zanîngeha Dokuz Îlon û Ege yê de girtin. Di serde girtina malan de hat raghandin ku, tevî endamê HDP'ê 9 xwendekar hatin binçav kirin. Hat zanîn ku sedema serde girtina mal, bi hinceta "Tevlîbûna çalakiyê 1'ê Gulanê" ye. Xwendekarên hatine binçavkirin birin Şuba Têkoşîna bi Terorê re ya Bozyaka yê.

(rc)